Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 16


Nivîskar : | | | | | | | | | | | | Multimedia | | Multimedia | | Multimedia | | | | |
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1995, Järfälla
Pêşgotin : Rûpel : 116
Wergêr : ISBN : 1103-1964
Ziman : KurdîEbad : 160x235 mm
Hejmara FIKP : Liv. Ku.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nûdem, hejmar 16

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Monsieur et Madame N.

Hesenê Metê

Di şevşahiyeke welatê me de li restauranteke bajarê X'ê ez jî li ber maseyekê hevaltiya şûşa xwe dikim. Ji bilî min bêyî jin û malî kesek tuneye, ku hebin, Xwedê dizane wan jî li kêleka xwedîmalan cî dane xwe, bi kêmanî diya xwe an jî nasên xwe yên biyanî bi xwe re hanîne vê şeva pîrozwer.

Her cara ku ez piyala şeraba xwe ber bi devê xwe radikim, çavên min jî pê re bilind dibin û ez dibînim. Dibînim ku beşdarên vê şevê çiqasî bextiyar in. Bextiyariya wan ji tevgerên wan, ji xwarin û vexwarina wan diyar e. Lê dîsa jî ku yek rabe û ji hemû mêvanên vê restaurantê bipirse: «Ka bextiyartirîn kesê vê şevşahiyê kî ye?» bêguman dostekî min î kevn ê rabe û bibêje: «Ez im!»

Bi qasî sê masan ji min dûr li kêleka diwêr li dor maseyeke gulover du mêr û du xatûn rûniştine. A ji wan mêran yek, ev dostê min î kevn û bextiyar e. Paşiya dostê min bi min de ye û ew min nabîne. Herçiqas ji zû ve me hevdu ne dîti be jî, min dil nîne ku ez di vê gavê de biçim û bibim xwedîparê bextiyariya wî. Bi bextiyarî piyala xwe bilind dike û bi hevalbendên dora xwe re dinoşîne. Di her carên weha de dostê min bi paş de ditewe û jora serê wî dibiriqe. Dora serê wî bi pirç û jora wî rût e. Bi gotineke din ku hinek fantaziyên meriv hebe, biçe li paş vî dostê min bisekine û ji jor de lê binêre, ew ê bibêje: ...


Table des Matières

Naverok

Nûsala we piroz be - Firat Cewerî / 4
Seyên me hene - Rojen Barnas / 6
Monsieur et Madame N. - Hesenê Metê / 7
Tovreşîn im - Arien Arî / 12
General Şerîf Paşa - Rohat Alakom / 13
Yilmaz Güney - Mihemed Dehsiwar / 27
Li ser Güney - Baran Fundermann / 40
Radyoya Yerîvanê - Wezîrê Eşo / 46
Li wê derê - Seydoyê Kûso / 49
Fîlozofe desthilatê - Şerefxan Cizîrî / 50
Du şiîr ji - Can Gülşenoglu / 54
Rasthatin - Tosinê Reşîd / 55
Jina kurd - Xelîl Duhokî / 60
Tirsa mirinê û keça muxtêr - Bêyhanî Şahin / 62
Hevpeyvîn bi Gina Jakobi re - Hesenê Qazî / 67
Hevpeyvîn bi Gulîstan re - Nûdem / 70
Hevpeyvîn bi merziye re - Mustafa Cizîrî / 76
Hevpeyvîn bi Nasir Rezazî re - M. Cizîrî / 78
Hevpeyvîn bi Temo re - Derwêş M. Ferho / 81
Hevpeyvîn bi Seîd Yûsûf re - Nûdem / 84
Ne tu bû - Abidin Azad / 91
Çend nameyên Nûredîn Zaza ji F. Cewerî re / 92
Ev ji ber xwe wilo ye - Mayakovskî / 96
Zerdeşt pêxember - Zeynelabidîn Zinar / 97
Hevpeyvin bi Ronald Harwood re - Ş. B. Soreklî / 112
Xelatgirê Nobelê yê îsal Seamus Heaney / 114




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar