The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 26


Authors : | | | | | | | Multimedia | | | | | | | Multimedia | | | | | | | | | | |
Editor : Nûdem Date & Place : 1998, Järfälla
Preface : Pages : 140
Traduction : ISBN : 1103-1964
Language : KurdishFormat : 160x235 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Nûdem, hejmar 26

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

"Riya teze" di nav dîroka rojnamegeriya kurdî de rûpelekî geş e

Wezîrê Eşo

Îsal sedsaliya rojnamegeriya kurdî ye. Pîrozkirina sedsaliya rojnamegeriya kurdî rûmeta berpirsiyarê rojnamê Mîqdad Mîdhed Bedir-Xan û rojnama wî bilindtir dike. Ez jî bi vê gotara xwe beşdarî vê cejna çanda gelê me ya bi nav û nîşan dibim.

Di çarçova vê cejnê da ez dixwazim qala tiştekî wisa bikim, ku haya kurd û Kurdistanê kêm jê heye. Gotina min derheqa rojnama kurdên Sovyetistana berê - "Riya Teze" de ye.

Gava sala 1930î bi zimanê kurdî û bi tîpên latînî dest bi weşandina wê rojnamê bû, êdî "perdeke hesinî" di navbera kurdên Sovyetistana berê û kurdên Kurdistanê de hatibû danîn. Weşandina wê hetanî sala 1937an dom kir. Ji wê salê hetanî sala 1955an rêjîma Stalîn ew da qedexekirin. Lê piştî mirina "bavê mileta" wê carek din dest bi weşanê kir, lê vê carê êdî bi tîpên kîrîlî û hetanî îro jî ronahî dibîne. Lê gerekê bê gotinê, ku ew "sûra hesinî" wek berê ma, hela hîn mehkemtir bû.

Gava em îro 100-saliya rojnamegeriya kurdî didine kivşê, em rojnama kurdên Sovyetistana berê jî bi şabûn bîr tînin, ji ber ku dîroka "Riya Teze" jî beşekî dîroka rojnamegeriya kurdî ye. Ez îro bi serbilindî derheqa rojnama me ya delal de dinivîsim, ji ber ku rola wê nava pêşketina edebiyat û çanda kurdî li hemû cîhanê pir e û ...


Table des Matières

Naverok

Aboriya nûdemê - Firat Cewerî / 4
Riya teze - Wezîrê Eşo / 6
Ew ê min winda bikin - Zeynel Abidîn / 15
Û çavên te - Îbrahîm Seydo Aydogan / 16
Hevpeyvîn bi Ahmet Altan re - Naîle Aras / 17
Civaka IT û pirsa kurdî - Mûrad Ciwan / 23
Pênc şîir ji - Sabah Kara / 38
Seyra Gulîsor - Şerefxan Cizîrî / 40
Here dera dilê te te dibiyê - Susanna Tamaro (werger: Zinarê Xamo) / 54
Wekheviya jin û mêran - Şahînê Bekirê Soreklî / 61
Êş - Rênas Jiyan / 66
Çîk wilo - Kawa Nemir / 67
Rehîmo - Rindê Çaçan / 68
Olof Palme - Mihemed Dehsiwar / 71
Salên Şerif Paşa yên dawîn - Rohat Alakom / 83
Hawar hat hawara me - F. Cewerî / 87
Elyêzêrê kurd - Mustafa Aydogan / 91
Li ser Hawarê - Derwêş M. Ferho, Sebrî Botanî, Pervîn Cemîl, Hesenê Metê, Rojen Barnas, Mehmed Uzun / 93
Agahdariyek ji bo aboneyên Nûdemê / 105
Romana tarîtî û ronahiyê - Lokman Polat / 106
"Kultur û raman" - N. Zaxuranî / 114
Li ser Şerefnamê û çapa wê ya nû - Ziya Avci / 119
Weşanên nû bi kurtî / 124
Titanic - Suleyman Demîr / 134




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals