Çarînên Xeyam
Avahîya meyxanê ji şerabvexwarina me ye Xwîna du hezar toban li ser stoyê me ye Ko min guneh ne kir rehmet ji bo çî Rewşa rehmetê ji gunehkarîya me ye
Ber çavên kûrbinan çi spehî çi kirêt Warê dilketîyan çi dojeh çi bihuşt Sitarên bêdilan çî etlas çi caw Serînên dilketîyan çi balişne çi nivîn
Berî ko navê te ji dinyayê biçe Vexwe şerabê xema te dê biçe Kezîyên delalekê ji hev bike Berî ko laşê te ji hev keve
Bide şeraba reng-gulbiroj ho meyger Ji keserê can hat ser lêvê ho meyger Da ko bêhiş bikevim û baz bidim Ji hişî û ji dinê ho meyger ..... |