La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka wêjeya kurdî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2002-01-01, İstanbul
Préface : | Pages : 714
Traduction : ISBN : 975-92481-0-7
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 1721Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka wêjeya kurdî

Dîroka wêjeya kurdî

Bingeh û rehên Kurdan

Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li qûntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobarî", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine.

Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reş re koçberî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûne du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û neteweyên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavayê Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekê ew beş jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndîstanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî" deng veda. Ew desteya ku li Îranê belav bûbû, hêdî hêdî zêde bûn û paşê jî bûn du ref. Refek li deştên Îranê niştecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin. Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê "Hexamenişîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'ye berî zayîne de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.

Jiyana civakî ya Kurdan

Kurdistan ji .ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.

Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û jı hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd, çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd, girtine. Bi vî rengî …


Table des Matières

Naverok

Pêşek / 11
Pêşgotin / 13
Bingeh û rehê Kurdan / 17
Jîna civakî ya Kurdan / 17
Ayîn û baweriyên di nav Kurdan de / 18
Şûn û warê Kurdan / 21
Dîroka çand û wêjeya Kurdî / 23
Destpêka peydabûna zimên / 23
Li Îranê destpêka peydabûna xetê / 24
Xetên avestayî / 25
Xetên pehlewî / 27
Xetên masî soratî / 27
Xetên êzidî / 28
Binketina zimanê kevn ê îranî / 29
Zimanê parsiya kevn / 29
Zimanê avestayî / 30
Zimanê pehlewî / 32
Sedema têkçûna zimanê pehlewî / 34
Malbata zimanê kurdî digel zaravayan / 34
Destpêka wêjeya kurdî / 36
Berhemên kurdî / 36
Efsaneyên kurdî / 39
Çîrokên kevn û nû yên kurdî / 41
Pendên pêşiyan ên kurdî / 43
Helbesta kurdî / 43
Wêje û çanda kurdî piştî Îslamê / 47
Naveroka helbestên helbestkarên Kurd / 49

Dema Dûgela Benîdolef / 51
Behlûlê Mahî / 52
Babe Hatemê Loristanî / 57
Babe Lorey Loristanî / 59
Babe Nicûmê Loristanî / 61
Babe Recebê Loristanî / 63

Dema Dûgela Deylemî /67
Babe Tahirê Uryan / 69
Babe Geçekê Hewramî / 75
Babe Sirincê Kelatî / 78
Daye Tewrêza Hewramî / 81
Evdilsemedê Babek / 84

Dema Dûgela Eyarî / 87
Celale Xanima Loristanî / 88
Şa Xweşînê Loristanî / 91
Rihan Xanima Loristanî / 97
Liza Xanim / 100
Xatu Mey Zerd / 103
Daye Xezana Serketî / 107
Fatîme Loriya Goranî / 109

Dema Dûgela Êzidiyan / 113
Şêx Adî / 115
Evbûlberekatê Hekarî / 119
Şêx Hesenê Hekarî / 125

Dema Dûgela Etabegiyan / 133
Yay Hebîbeya Şarezûrî / 136
Şêx Îsayê Berzencî / 138
Nazdar Xatûna Şîrazî / 142
Nergîz Xanima Şarezûrî / 143
San Sehakê Berzencî / 146
Xatûn Dayrakî Rezber / 151
Xatûn Zerbanuya Derzyanî / 155

Dema Dûgela Erdelan / 157
Semen Xanima Dewdanî / 158
Mele Xidir Riwarî / 159
Ehmed Begê Komasî / 166
Mesture Kurdistanî / 172
Mehcûrî / 180
Ehmed Pirîsî / 185
Cîhan Ara Xanim / 191
Xurşîde Xanima Dawaşî / 203
Feqî Evdilê Borekeyî / 205
Mele Borekeyî / 210

Dema Dûgela Baban / 215
Mîr Ehmedê Zengene / 216
Hezar Mêrdî / 218
Mele Omerê Rencûrî / 221
Elî Berdeşanî / 234
Mewlana Xalid / 238
Nalî Şarezorî / 243
Hacî Qadirê Koyî / 256
Şêx Riza Talebanî / 263
Hesen Kenoşê Cinubî / 269
Mele Qadirê Caf / 272
Mele Salihê Ahî / 274
Pîremêrd / 277
Evdilah Goran / 284
Îbrahîm Ehmed / 291
Dildar / 296
Hêmin Mukriyanî / 302
Hejar / 309
Şêrko Bêkes / 315

Dema Otonomiya Dêrsimê / 321
Melayê Xasî / 323
Sey Qajî / 332
Osman Efendî / 341
Sey Can / 355

Dema Dûgela Xaldiyan / 363
Elî Herîrî / 364
Feqiyê Teyran / 369
Melayê Cizîrî / 375
Eliyê Teremaxî / 387
Bekir Begê Erzî / 391
Ehmedê Xanî / 394
Melayê Bateyî / 402
Miradxan / 406
Mele Xelîl / 412
Xaris Bedlîsî / 417
Pertew Begê Hekarî / 423
Mele Mensûrê Girgaşî / 428
Siyahpûş / 431
Şêx Nûredînê Birifkanî / 437
Muhemed Seîdê Mêhrî / 441
Mele Mehmûdê Bazîdî / 443
Mele Yûnisê Erqetînî / 446
Selîm / 448
Şêx Evdirehmanê Axtepî / 453
Xelîfe Selîm / 460
Şêx Mehmed Can / 466
Elîşêr / 473
Mele Osmanê Xorosî / 478
Xelîfe Yûsiv / 485
Şêx Mihemed Kerbelayî / 491
Mele Ehmedê Nalbend / 498
Evdirehîm Rehmî / 503
Seyîd Eliyê Findikî / 508
Mîr Celadet Elî Bedirxan / 514
Mîr Kamûran Elî Bcdirxan / 519
Ereb Şemo / 523
Mele Emerê Gulpîkî / 527
Şêx Mehmed Eskerî / 530
Muhemed Qedrî / 537
Osman Sebrî / 544
Cîgerxwîn / 551
Ehmed Namî / 558
Mele Hesen / 565
Haciyê Cindî / 571
Casimê Celîl / 575
Reşîdê Kurd / 580
Qedrîcan / 588
Fayîq Bucak / 595
Nuredîn Zaza / 599
Mele Ehmed / 605
Mele Nurulah / 609
Tîrêj / 615
Taharê Biro / 621
Kemal Badilli / 628
Seydayê Dilbirîn / 632
Kemal Burkay / 638
Mahmut Baksî / 644
Mehmed Uzun / 649

Hozanên Kurd ên ku bi Kurdî nenivîsîne / 655
Şeref Xan / 656
Evdilah Cewdet / 662
Kemal Fewzî / 667
Nûrî Dêrsimî / 672
Ahmed Arif / 677
Yilmaz Güney / 684
Orhan Kotan / 691




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues