La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şivanê kurd / Le Berger kurde


Auteur :
Éditeur : FIKP Date & Lieu : 1989, Paris
Préface : Pages : 352
Traduction : Multimedia | MultimediaISBN : 2-908416-01-8
Langue : Français, KurdeFormat : 110x180 mm
Code FIKP : Liv. Kl. Fra. 2004Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şivanê kurd / Le Berger kurde

Versions:

Şivanê kurd

Di Şivanê kurd de Ereb Şemo, bi awayekî gelek xwezayî û sade, û ne bê şiîr, bûyerên her roj, jiyana eşîrên kurdên koçer bi me dide nasîn. Mirov ewê nikaribe van nivîsaran bê heyecan û bê eleqe bixwîne, nemaze ji ber ku êdî îro ev orf û adetên sedsalan di piraniya Kurdistanê de li ber windabûnê ne.

 


Le Berger kurde

Dans le Berger kurde, Ereb Şemo, avec beaucoup de naturel et de simplicité et non sans poésie, nous fait connaître, dans les détails de tous les jours, la vie au grand air des tribus nomades. On ne lira pas ces récits sans émotion ni non plus sans intérêt, d'autant plus que ces coutumes séculaires ont pratiquement disparu dans la majeure partie du Kurdistan.

 


Table des Matières

Şivanê kurd çîroka jiyana hîmdarê edebiyata Kurdên sovyetî Ereb Şemo ye. Nivîskar di malbateke koçerên kurd de hatiye dinê û di zarotiya xwe de şivantî kiriye. Bilî zimanê dayika xwe, ew di jiyanê de hînî fileyî û tirkî bûye û di dibistana gundê xwe de ferî nasîneke têrker a xwendin û nivîsandina rûsî jî bûye. Ew hê xort bû gava Şerê Cîhanî yê Yeka dest pê kir. Bi saya nasîna xwe ya zimanan ew karî di ordiyên rûs ên ku Kurdistanê dagîr kirin û ketin nav tixûbê Tirkiyê bibe tercûman. Ji ber belengaziya zarotiya xwe ew tiyê bextiyariyeke mestir bû û gava ku Şoreşa 1917 qewimî ewî baweriya xwe bi îdeala komunîst anî.

Di salên Şerê hundir de Şemo wek dilxwaz şer kir û piştî serketina bolşevîkan, bû yek ji sazkerên sereke yên sovyetan li nav eşîren kurd ; ewî tevî J. Maragûlov di sala 1929 alfabeyeke kurdî bi tîpen latînî çêkir li Ermenistana sovyetî (Piştre, di 1940 de, alfabe kirîlîk a rûsî li Kurdên Sovyetî hate ferz kirin). Ji sala 1921 ve ew di şere dijî "beg, axa û şêxên feodal" en kurd de roleke muhîm leyist, lê di dawiyê de li wî jî hate gilî kirin û ew di 1937 de şandin sirgûne. Piştî 17 salan li kampên Sibiryayê di sala 1954 de berîtiya wî hate nasîn û ew vegeriya Rewanê. Ta mirina xwe, di 1978 de, ew li wê derê jiya û xwe da xebata xwe ya edebî.

Di Şivanê kurd de Ereb Şemo, bi awayekî gelek xwezayî û sade û ne bê şiîr, bûyerên her roj, jiyana eşîrên kurdên koçerbi me dide nasîn. Mirov ewê nikaribe van nivîsaran bê heyecan û bê eleqe bixwîne, nemaze ji ber ku êdî îro ev orf û adet ên sedsalan di piraniya Kurdisanê de li ber windabûnê ne.

Ev çîrok afirandina navdartir a edebiyata Kurdên sovyetî ye. Navdariya wê ya li nav Kurdan ji bo pareke mezin, ji çapa wê ya ku dostê me yê rehmetî Nûredîn Zaza di 1947 de li Beyrûtê belav kiribû tê. Ev çapa bi wêne bi nihênî li her aliyên Kurdistanê belav bû û tesîreke mezin kir li ser ciwanên kurd ên xwenda.

Kurdiya vê çapa nû jî bi bingehî ya metnê Dr. Zaza ye, tenê hin kêmasiyên wê hatine temam kirin û ji ber eslê wê hin guhartin tê de hatine kirin. Heçî wergerandina fransizî, ew bi qelema kurdnasê bi nav û deng Bazîl Nîkîtîn, qonsulê kevn ê Rûsya li Wirmê, nivîskarê nemaze kitêba hêja Les Kurdes, étude sociologique et historique, édition Klincksieck, Paris, 1956, hatiye pêk anîn. Nîkîtîn ew di 1946 an de li ber wergerandina rûsî ya ku di sala 1935 de li Tiflîsê ji ber Şivanê Kurmancan (Erîvan,1935) çap bûbû kiriye zimanê fransizî. Wergerandina Bazîl Nîkîtîn ta nihu li tu ciyan derneketibû. Û çapa kurd î jî demeke dirêj e ku peyda nedibû. Bi vê çapa du-zimanî ya vê çîroka navdar, em hêvîdar in ku xwendineke dewlemend û balkêş pêşkêşî xwendevanên pircure bikin ; ên ku bi fransizî an kurdî dipeyivin û berî hemiyan, ciwanên kurd ên ku fransizî hîn dibin û fransizîaxêvên ku dixwazin hînî kurdî bibin û kêmasiya metnên du-zimanî dikşînin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues