La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)


Auteur :
Éditeur : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê Date & Lieu : 2008-01-01, Diyarbekir
Préface : | Pages : 128
Traduction : ISBN : 978-975-94847-4-3
Langue : KurdeFormat : 160x225 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 139Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Baxçeyê Zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)

Serdema zarokî, destpêka hînbûna hemû tiştî ye. Li pêşberî dê û bavan, mamoste û perwerdekaran jîndarek birçî, birçiyê hemû tiştên derdora xwe heye. Bê westan meraq dike, pirs dike û bersîvan dixwaze. Her bersivek dibe wêneyek di serê wî/wê de û pirsek nû peyda dike. Ango li pêşberî me mêjiyek neprogramkirî heye û divê perwerdekarên zarokan çanda me, jiyana me ya civakî, sîstema jiyanê û çalakiyên însan bi gelek şêweyan (metodan) di mêjiyê zarokan da bi cî bikin û wan ji pêşerojê re amade bikin.
Di perwerdekirina zarokan da muzîk cihek sereke digre û di vî warî da rol û bandora muzîkê bi dehan car hatiye îspatkirin. Werçerxînên ku bi riya muzîkê di zarokan de peyda dibin çi ne?

- Berî her tiştî zarok fêrî bixwebawerbûnê dibin, lewra muzîk metodeke efektîv e û bi hêsanî şerma zarokan direvîne.
- Zarok bi riya muzîkê, ji hemû şêweyên perwerdekirinê hêsantir karin hestên dilê xwe yên hepiskirî derxînin derve.
- Bi aşkerakirina hestan, gevilên wan dertê meydanê û wêneyek zelaltir radixe pêş çavê perwerdekaran da ku ew karibin zarokan ber bi pêşerojek serketî ve bibin.
- Bi riya muzîkê zarok, karin hêsantir beşdarî xebatên civakî û yên hevpar bibin û di wê xebatê da karin keda xwe bibînin û bibin xwedî tecrûbe.
- Bi vê şêweyê fêrî bikaranîn û kontrolkirina dengê xwe dibin.
- Bi vê riyê gelek stranan hîn dibin û bi her stranekê re fêrî hin tiştan dibin.
- Bi riya muzîkê pirdengiyê nas dikin û jê hez dikin.
- Muzîk li ser tevgera zarokan bandoreke baş çêdike da ku karibin bi rîtm û pîvan bilivin, ango kontrola motorî pêş bixin.
- Muzîk gevilên afirandêriyê bi pêş dixe.
- Xusûsiyetên guhdarîkirinê pêş ve dibe, baldayînê xurt dike, riya lêhûrbûnê fêr dike.
- Zîrekiya mêjî pê vedibe û fam û ferasetê peyda dike.
- Komunîkasyona navbera însanan hêsantir dike.
- Komînîkasyona navbera kulturên dinyayê hêsantir dike.
- Alîkariya fêrbûna zimanek an jî hin zimanên din dike.
- Dilnermî û dilpakiyê xurt dike, li hember pirsgirêkan û çareseriya wan bêhnfirehî peyda dike, zarokan ji êrîşkariyê û karên bi xesar dûr dixe.
- Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd....


Table des Matières

Naverok

Axaftina Şaredar / 5
Pêşgotin / 9
Dibistan - awaz û peyv: A. Gernas / 13
Marşa tîpan - awaz û peyv: A. Gernas / 14
Alfabeya me - awaz û peyv: A. Gernas / 16
Roj - awaz û peyv: A. Gernas  /  18
Demsal - awaz û peyv: A. Gernas / 20
Rojên hefteyê - awaz û peyv: A. Gernas / 22
Anatomiya laş - awaz : Ferîd Nadhar, peyv : A. Gernas / 24
Organên me - awaz û peyv: A. Gernas / 26
Amûrên me - awaz û peyv: A. Gernas / 28
Dinyaya me - awaz û peyv: A. Gernas / 30
Katjimêr - awaz û peyv: A. Gernas / 32
Rêwîkêş - awaz û peyv: A. Gernas / 34
Keskesor - awaz û peyv: A. Gernas / 36
Rojbûn - awaz û peyv: A. Gernas / 38
Here here - awaz : Sabah Muhemmed, peyv : A. Gernas / 40
Hirço - awaz : A. Gernas, peyv : Xweşnav / 42
Veşartok - awaz û peyv: A. Gernas / 44
Trên - awaz û peyv : Xweşnav / 46
Muzîk derman e - awaz û peyv: A. Gernas / 48
Strana trafîkê - awaz û peyv: A. Gernas / 50
Rojbaş - awaz: A. Gernas, peyv: Kemal Burkay / 52
Em bi hev re bilîzin - awaz û peyv: A. Gernas / 54
Yek û du - awaz: Enwer Qeredaxî, peyv: A. Gernas / 56
Wek min - awaz: Enwer Qeredaxî, peyv: A. Gernas / 58
Tinaz - awaz û peyv: A. Gernas / 60
Werdekê - awaz û peyv: Xweşnav / 62
Heywanên me - awaz û peyv: A. Gernas / 64
Kew - awaz: Ferîd Nadhar, peyv: A. Gernas / 66
Bebe bebe biçûko - awaz: Ferîd Nadhar, peyv: A. Gernas / 68
Keça min a biçûk - awaz: A. Gernas, peyv: Kemal Burkay / 70
Şîret - awaz û peyv: A. Gernas / 72
Ez zarok im pirs dikim - awaz û peyv: A. Gernas / 74
Malbata min - awaz û peyv: A. Gernas / 77
Keçeke porzêrîn - awaz û peyv: A. Gernas / 78
Banga zarokan - peyv û awaz : A. Gernas /  80
Hechecik - awaz: A. Gernas, peyv: Kemal Burkay / 82
Berf û baran - awaz û peyv: A. Gernas / 84
Aştîxwaz im - awaz û peyv: A. Gernas / 85
Av û çiyayên nîştiman - peyv û awaz : A. Gernas / 86
Newroz - awaz: Enwer Qeredaxî, peyv: A. Gernas / 88
Pêşiyên me - awaz û peyv : A. Gernas /  90
Daxuyanî - awaz û peyv : A. Gernas / 92
Dîlana biratî - awaz :Biyanî - peyv : A. Gernas / 94
Meşa mindalan - awaz û peyv: A. Gernas / 96
Zû ne dereng - awaz û peyv: A. Gernas / 98
Hevala min - awaz û peyv: A. Gernas / 100
Mala min - awaz û peyv: A. Gernas / 102
Şêt û zîrek - awaz û peyv: A. Gernas / 104
Baran - awaz û peyv: A. Gernas / 106
Kerguh - awaz: Ferîd Nadhar, peyv: A. Gernas / 108
Hilperîn - awaz: Ferîd Nadhar, peyv: A. Gernas / 110
Dayê can - awaz û peyv: A. Gernas / 112
Zanîn - awaz û peyv: A. Gernas / 114
Tiral - awaz: Enwer Qeredaxî, peyv: A .Gernas / 116
Pêşwazî - awaz: Ferîd Nadhar, peyv: A. Gernas / 118
Silav - awaz: Enwer Qeredaxî, peyv: A. Gernas /  120
Bi xêr hatin - awaz û peyv: A. Gernas / 122
Koroya zarokan a Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê / 125
Wêneyên koroya zarokan / 127




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues