La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Încîl, Mizgînî


Auteurs : | | |
Éditeur : Kitabı Mukaddes Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 560
Traduction : ISBN : 975-462-056-3
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. KuThème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Încîl, Mizgînî

Versions

Încîl, mizgînî

Metta, Marqos, Lûqa, Yuhenna

Kitab-ı mukaddes

Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta

Pêşgotin

Ev beşê Încîlê (Mizgîniyê) bi destê Metta hatiye nivîsîn. Îsa di dema xizmeta xwe ya li ser rûyê erdê de diwanzdeh şagirt* hilbijartin. Gava ku Metta navên diwanzdeh şagirtan dide, ew dide zanîn ku ew «Mettayê bacgir» e.

Metta Cihû bû û li ser navê Romayiyan bac dicivand. Herweha ew bi navê «Lêwiyê kurê Halfayos» jî tê zanîn (Marqos 2:14). Çaxê Îsa gazî Metta kir, wî dev ji karê xwe berda û li pey Îsa çû (Lûqa 5:27-28). Metta ji beşekî xelkê yê wusa dihat ku kesî ji wan hez nedikir. Lê belê wî guhê xwe da banga Îsa û riya wî bijart. Wî ziyafeteke mezin çêkir û Îsa jî vexwend.

Tê gotin ku ev nivîs di nîvê sedsala pêşî de li Entakyayê hatiye nivîsîn û ji mirovên ku dixwestin Îsa nas bikin re bûye çavkanî.

Îsayê ku Metta wî bi mirovan dide naskirin Mesîhê Xwedê ye û padîşahê ku li gor soza Xwedê wê bihata, ew e (2:2; 21:5; 25:34; 27:11, 37, 42). Di Peymana kevin de gelek caran bi devê pêxemberan tê gotin ku Mesîh wê ji malbavka Dawid padîşah bê. Di Încîla Metta de heşt caran ji bo Îsa «Kurê Dawid» tê gotin. Îşaya pêxember* salixê bûyîn û jiyana wî dide (1;23; 12:18; 21:5). Yê ku nexweşiyên mirovan qenc dike û barê wan hildigire jî ew e (8:17).

.....


Table des Matières


Naverok

Pêşgotin / iv
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Metta / 1
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Marqos / 70
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Lûqa / 111
Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna / 180
Karên şandiyan / 229
Nameya Pawlos a ji Romayiyan re / 291
Nameya Pawlos a pêşî ji Korîntiyan re / 319
Nameya Pawlos a diduyan ji Korîntiyan re / 345
Nameya Pawlos a ji Galatiyan re / 362
Nameya Pawlos a ji Efesiyan re / 372
Nameya Pawlos a ji Filîpiyan re / 381
Nameya Pawlos a ji Kolosiyan re / 388
Nameya Pawlos a pêşî ji Selanîkiyan re / 395
Nameya Pawlos a diduyan ji Selanîkiyan re / 401
Nameya Pawlos a pêşî ji Tîmotêyos re / 405
Nameya Pawlos a diduyan ji Tîmotêyos re / 413
Nameya Pawlos a ji Tîtos re / 419
Nameya Pawlos a ji Filêmon re / 423
Nameya ji Îbraniyan re / 425
Nameya Aqûb / 448
Nameya Petrûs a pêşî / 456
Nameya Petrûs a diduyan / 465
Nameya Yûhenna ya pêşî / 470
Nameya Yûhenna ya diduyan / 478
Nameya Yûhenna ya sisiyan / 480
Nameya Cihûda / 482
Peyxama Yûhenna / 485
Ferheng / 519
Nexş / 553




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues