Autobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan
Celîlê Celîl
Havîbûn
Ji roja ko min peywendîya xwe tevî karmendên rûsa yên leşkerîyê û sîvîl danî, tucara min dengê xwe ji gotina eşkere nebirîye, ku gave ez ji bona karê rûsyayê dixebitim, ew hemû ji bona armanca xizmeta pêşveçûna miletê mine.
Daxwaza mine bingehî azadîya Kurdistanê ye di bin bandûra Rûsyayê da, ji ber ku nava wan dewletan da, yên ku cînarê mene, tên Rûsyaye dewleta pêşveçûyî û kûltûra wê ji hemûya hêsatir dikare bi dergê wêva derbazî nav me bibe. Bona pêkanîna vê proyêktê ji hertiştî pêştir, divê em nîrê turka ji ser xwe wêda bavêjin. Eve ew xal, ku ser wî intêrêsên me û Rûsyayê dighîjin hev. |