La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Salar û Mîdya - Dîwan 9


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2003-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 70
Traduction : ISBN : 975-8637-60-6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. 1826Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Salar û Mîdya - Dîwan 9

Versions

diyarî

Ji xortê ko barê millet dane sar milê xwe û
bi dijwarî di nav taristana zor
û setema dijminê kurd ve bi gernasî derbas dibin.
Ji wan gundî û cotkarê ku di bin zor û setema
kevneperestê Kurdistanê de, piştxûz û gerdenxwar,
ji bo ko nanê zarokê xwe derxin,
xebata destê xwe bi erzanî dijroşin,
sermayedar û xwedî gunda.
Ji bo wan gernasê ko di zindana de çavnêriya
ben û darê dijmin dikin û
bi gernasî di riwê dijminê xwînxwar,
setemkar de doza daxwazê kurd û mirovaniyê dikin.
Ji bo va teva re ez vê çîrokê bi diyarî pêşkêş dikim.


Cegerxwîn
Bêrût 1973


Identité

weşanên avesta: 157
Berhem 9
Salar û Mîdya
Cegerxwîn

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Genco Demirer
Rastkirin: Avesta
Tîprêzî: Leyla Keskin
Mîzanpaj: Avesta

Çapa Yekem: 1973, Bêrûd
Çapa Duwem: 2000, Stenbol, W. Med
Çapa Sêyem: 2003, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık

© Avesta-Keyo Cegerxwîn, 2002

Ji xeynê danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Reza berhemên Cegerxwîn
Bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parise tê çapkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZIK DAGITIM LTD. ŞTI.
Evliya Celebi Mah.
Aybasti Sok. No: 48/4
BEYOGLU / ISTANBUL
Tel-Faks: (0212)251 44 80

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2
OFIS / DİYARBAKIR
Tel-Faks: (0412)222 64 91

ISBN: 975-8637-60-6

 


 

CEGERXWÎN: Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.

Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.
- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm
Piştî wêşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di wêşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues