weşanên avesta: 158 Berhem 10 Şerefnameya Menzûm Cegerxwîn
Edîtor: Abdullah Keskin Berg: Genco Demirer Rastkirin: Osman Mehmed Tîprêzî: Songül Duraker Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 1997, Bêrûd Çapa Duwem: 2003, Stenbol Çap: Berdan Matbacılık
Veguheztina ji Tîpên Erebî: Dîlawerê Zengî
© Avesta-Keyo Cegerxwîn, 2002
Ji xeynê danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Reza berhemên Cegerxwîn Bi alîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parise tê çapkirin
AVESTA BASIN YAYIN REKLAM TANITIM MÜZIK DAGITIM LTD. ŞTI. Evliya Celebi Mah. Aybasti Sok. No: 48/4 BEYOGLU / ISTANBUL Tel-Faks: (0212)251 44 80
Ekinciler Caddesi Nurlan Apt. Giriş Katı No: 2 OFIS / DİYARBAKIR Tel-Faks: (0412)222 64 91
ISBN: 975-8637-61-4
CEGERXWÎN: Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.
Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin. - Agir û Pirûsk - Sewra Azadî - Kî me Ez - Ronak - Zend-Avista - Şefaq - Hêvî - Aşitî - Salar û Mîdya - Şerefnama Menzûm Piştî wêşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di wêşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.
|