Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2001, İstanbul |
Préface : | Pages : 106 |
Traduction : | ISBN : 975-7112-94-1 |
Langue : Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 1125 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions:
Amîdabad Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dert bi Koça Mezin kiribû. Di gundên wêranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mêj ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir. |
Identité | ||||
avesta - EDEBIYAT: 88 - 16 © Weşanên Avesta, 2001 AVESTA BASIN YAYIN
FAWAZ HUSÊN - Di 1953'an de hatiyê dinyayê. Ew ji sala 1978'an heta bi 1992'an li Parîsê li xwendegeha Sorbonnê xwendina xwe ya bilind dike û di sala 1988'an de, dibe doktorê ziman û wêjeya fransî. Ji sala 1993'an heta bi 2000'î ew li Swêdê dimîne, li zankoyê û paşê li Enstîtuya Fransî ya Stockholmê kar dike. Berhema wî ya pêşîn bi navê Siwarên Êşê li weşanxaneya Welat di sala 1993'an de çap dibe. Di Amîdabadê de, Fawaz Husên çend çîrokên Siwarên Êşê hildibijêre, ji nû ve wan dinivîse û wan li gel çend çîrokên din, ku bi zimanê fransî çap bûne û ji bo vê pirtûkê ew li ser wan xebitiye, diweşîne. Fawaz Husên endamê Yektîya Nivîskarên Swêdê, endamê PEN Kluba Navneteweyî û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew aniha Ii Parîsê dijî. Kitêb û wergerên Fawaz Husên: - Siwarên Êşê (Kurteçîrok Stockholm,weşanxaneya Welat, 1994) - Biyanî (Wergera L'Étranger, berhema Albert Camus, Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995) - Mîrzayê Piçûk (Wergera Le Petit Prince, berhema Antoine de Saint-Exupéry, Stockholm, weşanxaneya ûdemê, 1995) - Le Fleuve (Kurteçîok, Parîs, weşanxanêya Méréalê, 1997) - Dîroka Edebiyata Fransî Sedsala Hivdehan û Hîjdehan (Antolojî, Stockholm, weşanxaneya APECê, 1998) La Poursuite de l'ombre (Wergera siya Evînê, romana Mehmed Uzun, Paris, weşanxaneya Phébus'ê, 1999) - Chroniques Boréales (Kurteçîrok Parîs, weşanxaneya L'Harmattanê, 2000) Kurdên Haymanayê (Gotara Georges Perrot, Werger û amadekirin, Stockholm, weşanxaneya APECê, 2000) - Amîdabad (Kurteçîrok, Stenbol, Avestayê, 2001) - Le Souffle du silex (Roman, Parîs, li ber çapê ye) |