La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rojnamegeriya Kurdî 1908-1992


Auteurs : Multimedia |
Éditeur : Özge Date & Lieu : 1992, Ankara
Préface : Pages : 464
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2447Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rojnamegeriya Kurdî 1908-1992

Li Kurdistana Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê rojnamegeriya kurdî (1908-1992)

Tarîxa rojnamegeriya Kurdî, yek ji girîngtirîn beşê tarîxa. miletê Kurd a sedsala me ye. Bi îfadek din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka gonfla hişyarbûn û têkoşîna xweavakirina milî ya modem a miletê Kurd e. Bi derketina rojnamên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kullura rônahîbûna li ser esasè ilmên pozîtîf bi rûdanek modem a qirnê me, di nav miletê Kurd de dest bi berfirebûnê kir. Çend sal piştî derketina rojnama Kurdî ya pêşîn, rêxistina milî ya pêşîn jî ava bû. Ji wê rojê vir de jiyana têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê Kurd, mil bi mil heta îro hat. Îro jî bi vî awayî dimeşe: Loma jî rojnamegeriya Kurdî ji alîkî ve ji mirêka têkoşîn, trajedî çawatiya ronakbîrên Kurd ên dema hişyarbûna modem e.

Gelek mixabin ku wek hemû waran, em ji zanîna vî beşê tarîxa xwe jî bêpar in. Herçend rojnamegeriya Kurdî bi çêyi, bikêrhatin, kêm û kurriyên xwe rolek mezin di awayê xwedi- yarkirina tevgera me, hebûn û qonaxa pêşketina me ya min de lîstibe jî em hema hema tu tiştî li ser nizanin. Tu lêkolînên me yên ilmî di vî warî de nebûne. Di gavavêtinên xwe yên niha de me nikaribûye ku em ji xwe re bikin sermiyanê zanîn, hişyarî ders û îbretan. Wek hemû kar û xebatan, gava di vî warî de ji. em dest bi gavêkî dikin, ji me tirê ku berî me tu gay nehatine avêtin, gava destpêkê ya me ye û pêşeroj wê li ser gava me bê avakirin. Ev jî tirajediyeke mezin a ronakbîrên Kurd e. Heta em tîrêjên ronahiyê ji her alî ve navêjin ser tarîxa xwe, ji tarîtiyê dernexin û wek sermiyanekî nedin destê nive îro, her em nikarin xwe ji vê tirajediyê xelaskin.

Ev kitêba ku di destê we de ye, encama bîr û baweriyek wiha ye. Nivîskarên kitêbê ji bîr û baweriyek wiha cesareta xwe ya esasî girtine.  Kitêb di esasê xwe de bîbliyografya beşekî ji rojnamegeriya Kurdî ye. Li ser rojname û kovarên ku di navbera 1908 û 1981 ê de li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur derketine, radiweste. Lê gava xwendevan bixwîne, ew bi xwe jî wê bibîne ku kitêb, bi naveroka xwe ji bîbliyografyayekê gelek zêdetir e. Ew ne bes ji alî rojname û kovaran, her wiha ji alî xwedî, berpirsiyar, sernivîskar û nivîskarên wan ve ji wek ansîklopediyek piçûk e. Gelek agandarî û zanîn, piştî xebatek dûr û dirêj û zehmet bi rêk û pêkî hatine pêşberkirin...

09.03.1989
Jîna Nû


Identité

Malmîsanij
Mahmûd Lewendî
Li Kurdistana Li Kurdistana Bakur û li Tirkiyê
ROJNAMEGERİYA KURDİ
(1908 1992)

KÜRT GAZETECİLİĞİ
Öz-Ge Yayınları

Öz-Ge Yayınları :13
Birinci Basım (Birinci Cilt) :Jina Nû /İsveç, 1989
(İkinci Cilt) : Jina Nû /İsveç 1992
İkinci Basım:Ankara, 1992
Yönetim Yeri:Öz-Ge Yayınları
Meşrutiyet Cad. 17/19 Kızılay-AnkaraTel: 418 22 96
Kapak: Metin Turan
Kapak Resmi: İlk kürtçe gazete "Kurdistan"
Dizgi: R Prodüksiyan, 425 39 20
Baskı: Baran Ofset
Tel: 31902 68 Ankara
© Malmîsanij-Mahmûd Lewendî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues