La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirovên hejar


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2001, İstanbul
Préface : Pages : 169
Traduction : ISBN : 975-8637-12-6
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mirovên hejar

Mirovên hejar

"Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriye dîbêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civakî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li her ciyekî ku nîjada mirov nezan û bêhêvî ye, jin ji bo nan xwe difiroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min.

Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye û bi hemî zimanan dinale."

Victor Hugo


Identité

avesta / KLASÎK: 109 / 4
Les Misérables
Mirovên Hejar
Victor Hugo
Wergera ji Fransî
Yakup Karademir

Edîtor: Abdullah Keskin
Berg: Ahmet Naci Fırat
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2001, Stenbol
Çap: Berdan Matbacılık

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÜZİK DAĞITIM LTD. ŞTİ.
Meşrutiyet Caddesi
Özbek İşhanı 136 / 4
BEYOĞLU/İSTANBUL
Tel-Faks (0212) 251 71 39
 (0212) 251 44 80

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giniş Katı, No: 2
OFİS / DİYARBAKIR
Tel-Faks (0412) 222 64 91


VICTOR HUGO - Di sala 1802'an de ji dayik bûye. Hê zaro bû li gel dê û bavê xwe diçe Îtalya û Îspanya. Di 1817'an de di pêşbaziya helbestan a Akademiya Fransa de dikeve derecê, piştî sê salan di pêşbaziya Jeux Floraux de pleya hostetiyê digre. Sala 1822'yan dizewice û pênc zarokên wî çê dibin. Piştî xelata "Legion d'Honneur" distîne; li gelek welatan digere. Di 1841'ê de ji bo Akademiya Fransa tê hilbijartin Piştî çar salan dibe senator. Ji 1851'ê pê ve ew êdî penaber e. Efûwê red dike. Bi hilweşîna împaratoriyê re (1870) vedigere Parîsê. Demeke din jî senatorî dike. Di sala 1885'an de dimre; bi seremoniyeke netewî wî vedişêrin. Wek roman, şiîr û teatr gelek berhemên wî çap bûne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues