La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Edebiyata Fransî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1998 , Stockholm
Préface : Pages : 151
Traduction : ISBN : 91-89014-32-4
Langue : KurdeFormat : 170x240 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3965Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Edebiyata Fransî

Dîroka edebiyata fransî : sedsala hivdehan û hijdehan

Dîroka Edebiyata Fransî, bi zimanê kurdî? Gelo hemû edebiyata fransî? Bêguman, na. Na ji ber ko bernameyeke bi vê mezinbûnê xebata salan e, ew karê umrekî dirêj e, eger bi ser de jî umrê mirovekî têra wê bike. Xebateke weha berfireh karê akademiyekê ye û ez li jora Swêdê, li welatê berf û serma û tarîtiyê bi tenha serê xwe me û ji hemû kesên ko dikarin alikariyê bikin, dûr im. Ji ber giranbûna barê ko ez dixwazim bidime ser milê xwe, ez naengirim û rêyeke dirêj ji xwe re nakime armane. Gerek e ko ez barê xwe sivik bikirn, nigên xwe, wek ko kal û bayan gotine, li gora berra xwc radim. Hêviya min avêtina gavekê ye, mebesta min amadekirina pirtûkeke hûrik û lihevhatî ye il ser nivîskarên fransî yên sedsala hivdehan û hijdehan, yên herî navdar.

Helbijartina navan di amadekirina antolojiyekê de hergav ji aliyckî serêşiyek mezin e û ji aliyekî dî berpirsiyariyek giran e. Nivîsîna hezarên rûpelan li ser hemû nivîskarên mezin û biçûk, bi kurdî, ne armanea min e. Ez dixwazim gaveke biçûk, lê gaveke pêşîn, di warê pêşkêşkirina nivîskarên fransî de, bi zimanê kurdî, bavêjim. Ez nivîskarên herî mezin û navdar bi zimanekî hêsan, didime nasîn...


Identité

Dîroka Edebiyata Fransî
sedsala hivdehan û hijdehan
Dr. Fawaz Husên
Lêkolîn Apec 1998

Weşan no: 132
Çapa yekem, Stockholm, 1998
Dr. Fawaz Husên
Dîroka Edebiyata Fransî

Lêhûrbûna zimên:
Hesenê Metê
Mahmûd Lewendî

Wêneya bergê:
Xatûna Pompadourê, 1757. Di tabloyê de, François Boucher (1703-1770), Kevaniya Pompadourê di nîvê sedsala hijdehan de nişan dide wek piştgira edebiyat, huner û zanyariyê.
 Mûnix (Alrnaniya), Alte Pinakothek.

Navnîşana xwestinê:
Apec Förlag
Box: 3318, SE-163 03 Spånga/Sweden
Tel: 08-761 81 18 Fax 08- 76124 90

 


Fawaz Husên di 1953an de li gundê Kurdoyê, nêzîkî bajarê Amûdê, tê dunyayê. Ew li Parîsê, di navbera salên 1978-1992an de dimîne, xwendina xwe ya bilind li xwendegeha Sorbonnê teva dike û di 1988an de doktora xwe li ser edebiyata fransî digire. Ew di navbera 1994-1997an di li jora Swêdê dibe profesorê edebiyata fransî. Ew ji 1998an de geh li Stockholmê, geh li Parîsê dijî. Dîroka Edebiyata Fransî pirtûka Fawaz Husên bi kurdî ya çaran e.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues