Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Nivîskar : Multimedia
Weşan : WKJKS Tarîx & Cîh : 1993, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 80
Wergêr : ISBN : 91-971832-1-0
Ziman : KurdîEbad : 135x200 mm
Hejmara FIKP : Liv. K. L. 3693Mijar : Giştî

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan

Roger Lescot

WKJKS

"Roger Lescot yek ji wan dostan bû ku wî di warê nasandina çanda Kurdî de bi wergerandinên xwe yên sipehî xebateke giranbiha kiriye. Di sala 1936'an de gava ew li Parîsê xwendina xwe temam dike, hukûmeta Fransa wî dişîne Enstîtuya Fransiz a Şamê. Li Şamê ew rastî Celadet Bedirxan tê, dostaniyeke wî ya mezin çê dibe.

Roger Lescot giraniya xebata xwe ya zanistî dide ser Kurdan; Kurdî hîn dibe, çîrok, metelok û efsaneyên Kurdî berev dike, li ser jiyana Kurdan ya civakî, li ser ola Êzidiyan lêkolînan dike. Hin beş ji vê xebata wî ya destpêkê di kovara Hawarê de di bin navê "Tawusparêzî" bi Kurdî û bi Fransizî derdikevin.

Roger Lescot di nav Kurdên Sûriyê de hewqas dihat naskirin û hizkirin ku kesî bi navê wî yê Fransizî gazî nedikirê; navekî Kurdî lêkiribûn: Ew Lezgîn Axa bû.

Di sala 1938an de pirtûka wî ya pêşî ya li ser Kurdan dertê. Ew li ser Êzidiyên Sûrîyê û Sincarê ye.

Di Kanûna 1945'an de Roger Lescot li Zanîngeha Sarbonê kursiya zimanê Kurdî saz dike û li wir salekê dersên zimanê Kurdî dide, heta ku Kamûran Bedirxan ji Beyrûtê were dewsa wî bigre.

Gava ku nexweşiyeke bêderman Lezgîn Axa di sibata 1975'an de ji nava me bir, ew hê 61 salî bû"


Nasname


Roger Lescot

Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan

WKJKS

Weşanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê
Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan
Le Kurd dagh et le mouvement Mouroud
Roger Lescot

Traduit et annoté par / Wergerandin û perawêznivîsîna
Amed
Revu par / Lênêrîna
Zînê

Editions de l'Association des Femmes du Kurdistan en Suéde
Weşanên Komela Jinên Kurdistanê Li Swêdê

Çapa yekê: 1993 Stockholm

© Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê

Navnîşan:
Box: 7007
171 07 Solna
Sweden

ISBN: 91-971832-1-0




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar