Bihar bû, bihar, gul-sosina bîndabû, Ji baranê, kesksorê şax vedabû, Avêd berfêd belekîya pêldida, Ji qûntarêd çîya dikişîya. Pêlêd sipî diketine nav gelîya, Dilezyan, xwe digîhîandine çayra, Xwe digihîande deşt û zozana, Nolî kamçûyê dest huba yara.
W. Roj Sîyabend û Xecê Poema Civata Kurdî- Siyabendê Semend
Poema "Sîyabend û Xecê" ya Sîyabendov Semend Alîevîç yê ku li ser bingeha yek ji varyantên Destana gelerî ya Sîyabend û Xecê hatîye afirandin, tevî parastina me xweserîya afirandinî, bi hinek guhertinên nivîsarî û rêzimanî ve ji kurmancîya latînî ya îroyîn re hatîye adaptekirin.
W. ROJ. Sofya, 1995 Ji kîrîlî transkrîpe: J. Silav