Şivanê Kurd
Ereb Şemo
Nassar
Şemo Şamil ji Eşîra Hesenî, Kurdekî bê milk bû. Di mentîqeya Sûrmelî de-berê tabiê Hikûmeta Erîvanê-şiwanî dikir. Piştî ko jina wî mir, Şemo her du kurên xwe - Bro û Derwêş - bi xwe re birin û ji wê derê derket.
Di himbêzê de, bi van her du zarokan re bi rê ve çûn, jê re nehêsanî bû. Bro hîngê sê û Derwêş jî du salî bûn; ji bextê wî yê baş, pêre ji bo hilgirtinê tiştên din tunebûn.
Li nêzîkî Qarsê, di gundê Azatê de, Şemo li cem Yûnavekî bi navê Todor bû şivan. Li cem Todor bi navê Naîme, Keçeke bêkes hebû. Şemo Şamil xwest vê keçikê ji xwe re bîne. Lê, Xadimeke bê dê û bav wek milkê axayê xwe tê hisab kirin. Todor dizani ku kurd jinên xwe bi pere tînin, ango qelen didin, ji lewre, ewî ji Şemo Şamil xwest ku du salan belaş ... |