Elfabêyakurdî, bingehên gramera kurdmancî
Celadet Alî Bedir-Xan
Doz
Elfabêya kurdî ji sih û yek herfan hevedudanî ye: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z
Herf di dengdayiyê de du texlît in: dengdêr û dengdar. Dengdêr ew herf e ko dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdikeve û dengê dengdaran derdixîne. Dengdar ew herf e ko dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîkariya dengdêrê dernakeve.
Di zimanê kurdî de heşt dengdêr hene: a, e, ê, i, î, o, u, û Lewra ko di dengdaniya kurdî de dengdêrek geh kin û geh drêj nabe, dengdêrên kurdî di drêjahiya dengên xwe de sersekinî ne: kin û drêj in.
..... |