Éditeur : Nûdem | Date & Lieu : 1996, Stockholm |
Préface : | Pages : 156 |
Traduction : | ISBN : 91-88592-20-0 |
Langue : Kurde | Format : 125x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 1117 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Kurê zinarê serbilind Min nivîsandina vê romanê di sala 1991ê de bi dawî anîbû, lê ji ber egerên diravî ez neşiyam wê çap bikim. Ez, her li vir, dixwazim bibêjim ku nameya li dûmahiya romanê cih girtî pêkhatiye ji naveroka du nameyên hêjayan Rêving Hirorî û Hikmet Hirorî ku her di wê demê de di rojnameya Kurdistan Press de, ya ku li Swêdê dihate weşandin, hatibûn belavkirin û name ji birayê min Fewzî Hirorî re hatibûn şandin. Herweha ji bo alîkariya hêjayan Rênas Awdal, Elî Belo û Fewzî Hirorî jî spas dikim. |
Identité | ||||
Kurê zinarê serbilind Weşanên Nûdem: 20 © Weşanên Nûdem û S. Hirorî Navnîşan: Tel & fax: 8-583 564 68
Sidqî Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê, li başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew li bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî xelas kiriye. Wî di destpêka salên heftêyan de dest bi nivîsandina şiîr û kurteçîrokan kiriye û yekemîn çîroka xwe di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de belav kirîye. Sidqî Hiroriyê ku di sala 1992an de li zanîngeha Warşovayê rojnamevanî xelas kiriye û niha li Swêdê dijî, heta niha ev berhemên han weşandine: Dîmenek Ji Çîroka Jiyana Min (1985, çîrok), Çend Hozaneka Ne Navkirî (1986, şiîr), Momkeka Ne Vemirî (1986, çîrok), Qereç û Dîlber (1989, şiîr) Di warê romanê de Kurê Zinarê Serbilind ceribandina wî ya pêşî ye. |