La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dilşa


Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2003, İstanbul
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 975-8794-07-8
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1016Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dilşa

Dilşa

Hingê me li dibistana seretayî dixwend. Di nav me de tenê kekê min piçekê bi Tirkî dizanibû. Ez û birayê xwe yê biçûk, me yek peyvekê jî bi Tirki nizanibû. Le em bi kekê xwe serbilind bûn, ew dipeyivî û wî gelek caran di ber me de jî bersîv dida. Ne rihet bû, lê vê disbistana ku Kurdî lê qedexe bû û cezayê peyivînê barek lêdan bû, bi Tirkî zanîn merîfetek mezin bû.

Di serî de kekê min qet nexwestibû ku dest bi dibistanê bike. Diya min pirr bi kekê min re pev çû, pê re şer kir û têr li kekê min xist. Cara yekem bû ku ez li lêxistina diya xwe ya bi vî awayî dibûm şahid. Pîra min jî bi vê yekê gellek acis bûbû û nedixwest ku diya min bi me re şer bike. Pîra min digot:

- Keçê, ma hema naxwazin bila neçin dibastanê. Ma te negot wê kevir bibare!.. Sêwî ne, gune ne! Ev te çi ye ji wan gidî. Hema nexwînin wê çi bibe. Te negot wê kevir bibarin: Ma bavê wan xwend, ma kalê wan xwend ku ew kêm man!

Diya min bi hêrs lê vegerand:
- Bila neçin, bila bibin şivan û gavan!


Identité

Felat Dilgeş

Kitêbên wî:
Kula Dêrsimê (1992-Şano)

Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan (1988-Lêkolîn)

Çirokên Mîr: 5
Dilşa
Felat Dilgeş

ISBN 975-8794-07-8

Editor
Müslüm Yücel
Redaksiyon
Fehim Işık

Çapa Yekem
Gulan 2003

Çapxane
Kayhan Matbaacılık

Weşanên Elma
İlkbelediye cad. No:37/ 6 80070
Tünel Beyoğlu / İstanbul
0 212 243 77 80
elmayayinlari@hotmail.com

 

Felat Dilgeş di sala 1965an de li gundekî Pasûrê (Qulpê) yê bi navê Duderya hat dinê. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Farqînê, ya Lîseyê li Licê temam kir. Li Unîversîteya Stenbolê Felsefe û siyasetzanî xwend. Di sala 2000î de, li Unîversîteya Stenbol, di warê siyaseta navnetewî de doktoraya xwe temam kir. Heta niha di gellek kovar û rojnameyan de nivis nivîsîn, stûnnivîskarî kir. Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî û kulturî Gulistanê de, rolekî girîng leyist û berpirsiyartiya wê ya giştî kir.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues