La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kultur û Raman


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 151
Traduction : ISBN : 91-88592-24-3
Langue : KurdeFormat : 121x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1133Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kultur û Raman

Kultur û raman

Dewlet, Platon û ilm

Di vê nivîsarê de, emê li ser filozofê mezin Platon û ditînên wî yên li ser dewletê binivîsînin. Hûn dikarin bipirsin û bibêjin; çima Platon? Û çima dewlet û ilm? Bersiva van pirsyara ne rehet e û mirov nikare bersiveke rind di nivîsareke kurt de jî bide. Lê dîsa jî mirov dikare bibêje ku pêkanîna teoriya kultureke modem pêwîst e ji dîroka ilm, îdeolojî û zanebûna civatên kevnare dest pê bike. Jiyana entellektuelî û kulturî ji kevnar de heye û bi gelek şeklên curecur heta îro hatiye. Pêwîst e, hemû kurdên ku bi xebata entellektûelî dadikevin, bi hemû awayî ilm, kultur û îdeolojiya civatên kevnare ji fêr bibin. Ew encamek e ku em vê nivîsarê dinivîsînim. Encaman dûyemin ji ev e; nivîsarên li ser felsefe, kultur, dîrok û ûhw, bi zimanê kurdî pirr nehatine nivîsandin. Nivîsandin li ser van tiştan, wê bi xwe re bi zimanê kurdî peyvên ilmî û termînolojiya nivîsandinê bi pêş bixîne. Ew jî xebateke girîng e. Encama sêyemîn jî; danûstandinên civatê û ilm bi hev re çi bûne û dikarin çi bibin? Di xebatên ilmî yên modern de gelek munaqeşe li ser rola civat û ilm, ilm û îdeolojî, îdeolojî û civat dibin. Ev munaqeşeyên fikrî jî, divê kurd bala xwe baş bidinê.

Dîroka ilm û pêşketina fikrên ilmî di civateke koledar de û her wûha jî di civateke kapîtalîst de, gelek balkêş û fireh e. Civata Grek ya Antik, civateke koledar bû, lê belê, ji aliyekî de jî vê civatê filozof, ilmzana û nivîskarên mezin û giranbûha derxistin pêş. Vê nakokiyê mirov çawa dikare, bi awayekî ilmî ronî bike? Li aliyekî civateke koledar û li aliyê din jî, ilmekî pêşketî û kultureke fireh.


Identité

Kultur û raman
Şerefxan Cizîrî

Weşanên Nûdem: 24
Kultur û Raman
Çapa Yekem: Stockholm 1996

© Weşanên Nûdem û Şerefxan Cizîrî
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: resimê Voltaire
Isbn: 91 88592-24 3

Navnîşan:
Termov. 52, 2tr.
176 77 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-583 564 68


Şerefxan Cizîrî di sala 1955’an de li Qamîşlokê hatiye dinyayê. Piştî xwendina li Mêrdîn û Nisêbînê, di sala 1975’an de koçî Swêdê dike û li unîversîteyên Uppsala Stockholmê dixwîne. Ew di sala 1986'an de li ser dîroka ramanê mastera xwe dinivîsîne û ji sala 1985'an û vir ve di nav Partiya Çep ya Swêdê de siyasctvaniya profesyonel dike. Ş. Cizîrî di ber karê siyasetvaniya profesyonel de heta niha bi navê Tarih ve Uygarlık bi tirkî du cild nivîsandiye û disa bi tirkî Yazarlık ve İdeolojî pirtûkek çap kiriye. Bi kurdî Kultur û Raman pirtûka Cizîrî ya pêşî ye. Niviskar di vê pirtûka xwe de bêtir li ser mijarên întelektuelî radiweste, behsa problemên bingehîn yên dîroka ramanê dike, bi analîz û perspektîveke cûda nêzîkî pirsgirêkan dibe.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues