La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pêşmerge


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 122
Traduction : MultimediaISBN : 91-88592-33-2
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1139Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pêşmerge

Pêşmerge

Ev berhema di destê we de, di sala 1958'an de ji aliyê Rehîmê Qazî ve hatiye nivîsandin. Berhem têkoşîn û xebata siyasî-civakî ya serdema Komara Kurdistanê radixe ber çavan; jiyana pêşmergetiya wê demê, zordestiya dagîrkerên Kurdistanê, zilm û bindestiya hundurî bi awayekî sade digihîne me û behsa bûyerên rasteqînî û awayê xebata siyasî, kulturî û eskerî ya wê demê bi uslûb û awayê romankî tîne zimên.

Ev pirtûk, bi celebê pirqehremanî hatiye nivîsandin. Qehremanên wê çend kes in. Tîpên mîna Mîrza Qutas çêkirine ku, li Kurdistanê sembol û nimûneyên belavkerên bîr û fikrên neteweyî ne. Ev dikarin bibin alavên baş ji bo lêkolînerên vî warî. Tîpên mîna Mîrza Qutas, ku ne tenê li rojhilata Kurdistanê, belko li seranserî Kurdistanê jî hene, ew tîp in ku xebata neteweyî ya destpêkê meşandine.

Rehîmê Qazî, di sala 1925'an de li rojhilata Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê, li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û deng e. Vê malbata han di riya xebata azadiya Kurdistanê de gelek şehîd dane. Yek ji wan ku ji aliyê hemû kurdan ve rêz û hurmet jê re tê girtin û bi minnet tê yadkirin, Qazî Mihemmed e...

Nûdem

 


Identité

Pêşmerge

Rehîmê Qazî

Kurmanciya wê: Ziya Avci

Nûdem

Weşanên Nûdem: 33
Pêşmerge
Çapa Yekem: Êrîvan 1960
Çapa Duwem: Bexda 1962
Çapa Sêyem: Stockholm 1997

© Weşanên Nûdem
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Ata Kazaz
ISBN: 91 88592-33 2

Adres:
Nûdem
Termov. 52
176 77 Järfälla-Sweden

Tel û faks: 8-583 564 68


Dr. Rehîmê Qazî di sala 1925'an de li Rohelatê Kurdistanê, li gundê Gwîgceliyê hatiye dinyayê û di sala 1991'ê de li Bakuyê wefat kiriye. Ew ji malbateke navdar e û navê malbata wî di dîroka welêt de cihekî girîng digire. Digel têkoşerî û xebata xwe ya siyasî, Rehîmê Qazî perçeyê welatê xwe ji romanê ji bêpar nehiştiye. Ev romana ku wî di sala 1958'an de nivîsandiye, têkoşîn û xebata siyasî û civakî ya serdema Cumhûriyeta Mehabadê radixe her çavan; jiyana pêşmergetî ya wê demê, zilm û zordestiya dagirkerên welêt, tadeyî û bindestiya hundurîn, bi awayekî sade û zelal digihîne me.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues