La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sê şev û sê roj


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1999, Stockholm
Préface : Pages : 328
Traduction : ISBN : 91-88592-43-X
Langue : KurdeFormat : 120x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4074Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sê şev û sê roj

Sê şev û sê roj

 

Sala 1969an

Qereqola hidûd di sala 1958an de, di berpala başûrê girê Qesra de hatibû ava kirin. Di serê gir de ji dema ku qereqol hatibû ava kirin pênc dîrekên dirêj çikandîbûn. Bi van dîrekan ve daliqandî gelek mirovan can dabû. Li hawêrdorên gir bi kevirên bestan, boyax û kilsê wiha hatibû nivîsîn:

“Tirkek bedelî cîhanê hemî ye! Her tirk esker çêdibe! Ev welatê me ye! Welat yekperçe ye!”

Di rohilat û roavayî gir de dîsa ji kevirên bestan bi qasî deriyên sûr û dêrên kufarî mezin rengareng du wêneyên eskerên tirk hebûn. Wêne bi haweyekî pir balkêş hatibûn çêkirin. Mirov ji wan heybet digirt! Serê eskeran bi mîxfer, newqên wan yekser bi rext û fîşek û bomban rapêçayîbûn. Potînên wan ên bi niçik, bi qasî tabûtên zarokan dirêj û mezin bûn.

 

 


Identité

Sê şev û sê roj

Laleş Qaso

Roman
Nûdem

Weşanên Nûdem 43
Sê şev û sê roj
Stockholm: 1999

© Laleş Qaso û weşanên Nûdemê
Pergala bergê û rûpelan Nûdem
Wêneya bergê: Bişar Îsa
Isbn: 91 88592-43 X

Box 177
177 23 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-583 564 68
8-580 131 62


Laleş Qaso di sala 1957an de li gundekî Nisêbînê hatiye dinyayê. Ew di sala 1981ê de ji ber xebata xwe ya kurdayetiyê hat girtin û deh salan di girtîgeha Diyarhekirê de raza. Gava ew di nîsana 1991ê de ji girtîgehê derket, êdî nema dikaribû li welêt bima, loma wî jî mîna gelek siyasetvan û rewşenbîrên kurdan berê xwe da Ewrûpayê. Laleş Qaso niha Ii serbajarê Swêdê, li Stockholmê dijî.

Mîna roman, ev berhema Laleş Qaso ya pêşî ye. Di vê romanê de Qaso bi hostetî berberî û dijminatiya di navhera du bavikên kurdan de, piralî radixe ber çavan. Di siya berberiya herdu bavikan de nivîskar wêneyekî civakî, siyasî û psîkolojîkî yê herêmeke welêt jî radixe ber çavan.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues