La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sîsirkê hesinî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 95
Traduction : ISBN : 91-89014-28-6
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4032Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sîsirkê hesinî

Versions

Sîsirkê hesinî

"Hemû aliyên zaroktiya te dorpêçkirî ne. Divê tu li kirinên xwe mikur bêyî. Tu talanbûyî yî. Hêviya ko tu razîbûnê bi dest xi, tuneye. Hêviya ko tu sezayê sivik bikî tuneye. Di temenê xwe de tu xelatekê wernagirî. Seza li pey sezayê. Hînkirineke bêhempa da ko tu yekî dî bî. Wisa ji malbatê heta dibistanê. Heta dewletê. Piştre di qesabxaneya yê dî de mirin çavlirêmana te dike...

... Zaroktiya ko gerek bihata vegotin dê tu car neyê vegotin. Çunkî renge bigihêje pileya derewan û kufrê: Ew zaroktî tiştekî din bû, ji ezela xwe ta ebeda xwe birîdarkirî bû, veçiryayî bû, mişt jan û derz û şewat û westan bû, li ba hemî gelên dîtir di hemî pileyên temenan de çeşnê vê zaroktiyê nîne. Belkî, bi mebesta ko ez tola xwe ji jiyanê bixwe hilînim, rojekê ji rojan ez wê zaroktiyê binivîsim: Eger hat û bû, dê lêkolan û lêgeraneke dijwar be; dê lêkolan û lêgerana li peyvine dirindane yên li paş navçeyên êşê be, ko li wir zaroktî qet nayê bi cî kirin.

Selîm Berekat


Identité

Selîm Berekat
Sîsirkê Hesinî

Wergerandina ji erebî:

Weşanên Apecê
Weşan no: 128

Selîm Berekat Sîsirkê Hesinî
(Jînnameya zaroktiyê)

Çapa Yekem, Stockholm, 1997
Wergerandina ji erebî: Ehmed Huseynî

Lêhûrbûna ziman: Remzî Kerîm
Wêneya bergê: Rehîmo

© Apec & Selîm Berekat

Navnîşana xwestinê:
Apec Förlag
Box: 3318, SE- 163 03 Spånga/ Sweden
Tel: 08-761 81 18 * Fax: 08-761 24 90

ISBN: 91-89014-28-6

 


Berhemên Selîm Berekat

Bîranîn
* Sîsirkê Hesinî (Jînnameya zarotiyê), bi erebî, çapa yekemîn; 1980. çapa duyemîn: 1997, bi firansî 1993, bi almanî 1995.
* Ka, ka bilind bide min, zurneyê di dawî ve bide min(Jînnameya ciwaniyê). Bi erebî, çapa yekemîn: 1982. çapa duyemîn: 1997. Bi fransî 1995.
* Kilîseya şervanî. Bi erebî, çapa yekemîn: 1977

Helbest
* Her kesê ko derbas dibe û her kesê ko derdiçe dê ji boyî min biqîre, bi erebîê çapa yekemîn: 1973, çapa duyemîn: 1981, çapa sêyemîn: 1992
* Wisa ez Mûsêsanayê tar û mar dikim. Bi erebî. çapa yekemîn; 1975, çapa duyemîn: 1981, çapa duyemîn; 1992
* Bo tozê, bo Şemdîn, bo rolên qurbanê û rolên şahnişîniyan, bi erebî, çapa yekemîn:1977, çapa duyemîn: 1981, çapa sêyemîn: l 992
* Nûçe (Derbarî xwîna tinazker, stûnan û rabûna kîlê) bi erebî- çapa yekemîn:1978, çapa duyemîn: 1981, çapa sêyemîn: 1992
* Quling. Bi erebî. çapa yekemîn:1981
* Bi heman toreyan, bi roviyên ko bagerê dajon, bi erebî, çapa yekemîn: 1987, çapa duyemîn: 1992
* Bazyar. Bi erebî. çapa yekemîn: 1991, çapa duyemîn: 1992
* Dîwan, bi erebî, çapa yekemîn: 1992
* Serserîtiya yaqûtê bi erebî, çapa yekemîn: 1996

Roman
* Şarezayên Taristanê. Bi erebî. çapa yekemîn: 1985. Bi ibrî. 1994. Û di sala 1998 an de wergerên vê romanê bi fransî û yewnanî derdikevin.
* Giyanên Hendesiyane. Bi erebî. çapa yekemîn: 1987.
* Per. Bi erebî. çapa yekemîn: 1990. Bi ispanî 1992.
* Leşkerxaneyên herdemiyê. Bi erebî. çapa yekemîn: 1993.
* Stêrkzanên di sêşema mirinê de(sê beş):
Buhurîna sorewîlkan. Bi erebî 1994.
Gerdûn, Bi erebî 1996
Kezeba Mîlaûs bi erebi 1997




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues