Kurdî 6, Kurmancî
Kadri Yıldırım
MEB
Her çûk bi zimanê xwe dixwîne. Gotina Pêşiyan
Ev xaniyê Derwêş e, Derwêş li gund dijî. Navê xanima Derwêş, Xecê ye. Xecê jineke rind û jêhatî ye. Sê zarokên Derwêş û Xecê hene. Navê keça wan Eslîxan e. Navê kurê wan ê mezin Serdar û yê piçûk jî Ronî ye. Xaniyê Derwêş yekqatî ye. Deriyek û pêne paceyên xanî hene. Xanî ji sê jûran û hol, pêjgeh, daşir û serşokekê pêk tê. Li dora xaniyê wan baxçeyekî mezin hey e. Li hemberî xanî hespek bi darekê ve girêdayî ye. E w, hespê Serdar e. Serdar ji hespan gelekî hez dike. Navê hespê wî, Rewan e. Niha Serdar hespê xwe tîmar dike. Pisîka malê li ber siya dîwar raketiye. Derwêş, Xecê û Eslîxan jî li nav baxçe ne. Di baxçe de darên mezin ên mêweyan hene. Eslîxan li pişta xanî, li bin siya darekê, bi bûkika xwe dilîze. Ronî derketiye ser dara tûyê û tûyan dixwe. Tiraktora wan jî li ber deriyê baxçe ye. Keriyek pezê Derwêş heye. Xaniyê Derwêş gelekî xweş e.
|