La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sorê gulê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1997, Stockholm
Préface : Pages : 225
Traduction : ISBN : 91-88592-32 4
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 11145Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sorê gulê

Sorê gulê

Êvareke dawiya payîzê bû. Roj gihabûn ku baş kin û şev jî baş dirêj û tarî bibin. Hîna ne qeşa ketibû, ne jî berfa pêşî. Lê gava rojê carnan serê xwe bi şermokî di nav ewran re derdixist, ji rengê wê yê çilmisî û dûrbûna wê xuya dibû ku zivistan nêzîk bûye, êdî li ser rojan e. Nema ne tu germ û ne jî tu tahm tê de mabû. Êdî wek rohniyeke ji dûr ve bû, wek stêrikeke mezin bû.

Dinyê zûtir di vê yekê derxistibû; piraniya daran gihabûn ku pelên xwe zer bikin û biweşînin. Gava ba radibû, hin ji ên mayî jî bi ber diketin û diweşiyan. Di bin nigên mirov de dibû xişt xişta wan û mirov ji rewşa dinyê haydar dikirin. Êdî payîza pîr bû. Dinyê, xwe ji rojên dijwar re kar dikir. Jîna sirûştê sist bûbû, êdî wek lebat û nerînên pîreke sedsalî bû. Lebata wê bi hêdî û xemgînî bû, wek a bedeneke extiyar û westiyayî bû. Wek ku dinya ji ber kul û kovan û xemên bi jan û êş, bêdeng rawestiyabû. Lê jîn û lebata mirovan bi xwe, hîna jî wek berê bû, hîna jî geş û germ bû, li gor darê havînê bû.


Identité

Sorê Gulê
Süleyman Demir

Nûdem

Weşanên Nûdem: 32
Sorê Gulê
Çapa Yekem: Stockholm 1997

© Weşanên Nûdem
Pergala bergê û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Claude Monet
Isbn: 91 88592-32 4

Adres:
Nûdem
Termov. 52
176 77 Järfälla-Sweden

Tel û faks: 8-583 564 68


Süleyman Demir di sala 1956'an de li Hebîsê (gundê Nisêbînê) hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya destpêk, navîn û lise li Nisêbînê xelas kiriye û du salan jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Demir ji sala 1986'an û vir de li Swêdê dijî. Sorê Gulê berhema wî ya pêşî ye. Di siya evîna Serdar û Gulê de; Demir, rewş û guhertinên herêmeke civaka kurdî bi rengên xwezayê û bi zimanekî rewan radixe ber çavan.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues