Éditeur : Doz | Date & Lieu : 1997, Stenbol |
Préface : | Pages : 387 |
Traduction : | ISBN : |
Langue : Kurde | Format : 127x195 mm |
Code FIKP : Liv.Kl. 4422 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Xaltîka Zeyno Xaltîka Zeyno, mîna ferhenga lêgerîna li pey peyva Kurdî ya resen e. Demjiyanên dîrokî yên Kurdistanê ji doh û îro. di nava hunandinek folklorîk de bi awazek destanî tîne beramberî hevûdin. Doz |
Identité | ||||
Medenî Ferho Roman / Doz / 1. Cild DOZ Basım-Yayın Ltd. Şti.
Medenî Ferho, sala 1947'an li gundê Mizîzexê, piştî têkçûna serhildana Bagukê ku bi malbatî koçberî Başûrê Biçûk dibin û car din vedigerîne ser cih û warên têr gorî. hatiye cîhanê. Hemû qonaxên xwendina debistanê li heremên Kurdistanê qedandiye. Piştî heft salên mamostahiya ku heşt caran sergomi û girtina sala 70'yî ‘12 Mart’çû Stembolê karê rojanamegeriyê kir. Bi rojnamevantiyê re Zanîngeha Abori xwend û weşanxaneya ABeCe damezrand. Hestên xwe yên nivîskarî di dema debistana mamostayî, li Diyarbekrê di rojnameyên heremî (Diyarbekir. Mardîn û Midyadê) de derbirî. Di dema mamostahiyê de di rojname û kovarên gelerî yên Tirkan de (Cumhuriyet, Varlik, Demokrat û hwd.) de nivîsên wî hatin weşandin. Di pêvajoya şeş sal û nîvan (sala 1980'yî bi hatina cunta eskerî ya ‘12 Eylûlê’) di girtîgehên Stembolê de hestên wî yên nivîskariyê bi awayekî riştî hatin hunandin. Û Medenî Ferho bû şeydayê pênûsê. Bi Qmikurbûna hin rê hevalên wî yên girtîgehan. Medenî. destnivîsên xwe her êvar bi benik û tayên xafeloşkî yên hunandî, ji jor didehlandin jêr da ku bixwînin. Êdî awaza Kurdî ala wî ye. da ku di medya Kurdî de (rojname û kovar) awazek têr qîren digihêne civakê û ji bo têkoşîna gelê Kurd bi hestên binbarî kar dike. Nûnerê Azadiya Welat yê Belçîka ye û di MED TV de amadekariya bernameyan dike. Berhemên wî: Toprağın Türküsü (Tirkî-helbest. bi zimanê Hollendî hatiye weşandin), Kaytan Osman (Tirkî-çîrok), Mapusluk Gerçeğim (Tirkî-helbest). Beranê Kozî (Kurdî-çiroka dirêj), Mîrza Meheme (Kurdî-roman). Berxwedan jiyan e (Kurdî-roman), Hey Gerîla (Kurdî-helbest), Hades İş Başında (Tirkî-roman) û ev romana di destê we de Xaltîka Zeyno. |