Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 1999, Stenbol |
Préface : | Pages : 136 |
Traduction : | ISBN : 975-7112-63-1 |
Langue : Kurde | Format : 127x195 mm |
Thème : Mémoire |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Çinara min "Di 1951'ê de ez çûm gund min çinarek çand. Niha du metro û nîv stûr û 50-60 metro ji bilind bûye. Jixwe min divê ez tirba xwe di bin de çêkim. Wê salê min nêrî ku terhik ji ber çûye. Hecî Mehmûdê Stilîlî bang min kir û go: — Şêxo wer ez tiştekî pêş te bikim. |
Identité | ||||
Musa Anter Avesta Editor: Abdullah Keskin © Weşanên Avesta, 1999 Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti.
Musa Anter di sala 1918'an de li gundekî li ser Nisêbinê, Zivingê hatiye dinyayê. Li Unîversîta Stenbolê Fakulta Hiqûqê xwendiye. Di sala 1959'an de ji Doza 49'an û di salên 70'yi de jî ji Doza DDKO hate girtin. Gava derba leşkerî a 27'ê Gulanê pêk hat Musa Anter di bin çavan de bû. Piştî derbên leşkerî a 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê jî hate girtin. Nivîsên wî di Dicle Kaynağı, şark Postası, İleri Yurt, Barış Dünyası, Deng, Yeni Ülke, Welat, Rojname, Rewşen û Tewlo de hatin weşandin, nivîskarê rojnama Özgür Gündem bû. Bi Tirkî kitêbên wî yên bi navê "Hatıralarım", "Vakayiname", "Firat Marmara'ya Akar", bi Kurdî jî "Birîna Reş" û "Kımıl" (Kurdî–Tirkî) hene. Anter, di girtîgehê de ferhengeke bi Kurdî jî amade kiribû. Avakarê HEP'ê bû, serokatiya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê dikir. Musa Anter, di 20'ê Ilona 1992'an de li Diyarbekrê hate qetilkirin. Hêzên dewletê cenazeyê wî bi tenê ji Diyarbekrê birin Stililê û leşkeran ew veşart, nehiştin ku kes here ser cenaze. |