Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 1999, İstanbul |
Préface : | Pages : 372 |
Traduction : | ISBN : 975-7112-67-4 |
Langue : Kurde | Format : 130x200 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 3682 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Versions:
Bîra qederê Êdî fotograf ê bipeyivin... Gengre (çeşn): Roman Tarîxa destpêka nivisînê: 15 Tîrmeh 1951 Destpêk: Herkes dimire; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas.. hemû wefat dikin. Di rûpela yekemîn a deftereke biçûk de, bi destnivîseke gelek xweşik û xwar, weha hatiye nivisîn. Di vê şeva kesertijî de, ni- vîs bi ronahiya çirayeke biçûk, bi zehmetî dixuyin. Rêz, beri niha bi hefteyekê, hatine nivisîn û rêzên herî dawin in ku li pey Celadet Ali Bedirxan, neviyê mîrê dawîn ê mîrekiya kurdî Cizîra Botanê, Mîr Bedirxan, lawê kurdperwerê navdar Emin Alî Bedirxan, mane. Şev e. Îşev 22'ê tîrmehê ya 1951-an e. Şev, şeva ku dora romana Bira Qederê rapêçaye, bi giranî daketiye. Dinya germ e. Şam, bajarê sirgûnê, warê derd û keseran, goristana malbata Bedirxanan, şahîdê mirina Celadet Ali Bedirxan, westiyayî, dikeve xewê. Şeva giran û westiyayî rûniştevanên bajarê kevn û navdar Şamê dixe nav hêlekana xewê û dilorîne. Xaliçeya ji stêrikan pêkhatî, li jor, li esmanan, bi rengên xwe yên xas ên welatê rohelatê, li xewa şeva Şamê nobedari dike. |
Identité | ||||
Mehmed Uzun BÎRA QEDER Ez ve romanê pêşkêşî avesta I ROMAN: 2 I l © Mehmed Uzun AVESTA BASİN YAYIN REKLAM TANITİM
MEHMED UZUN : Di sala 1953'an de li Siwêrekê hatiye dinyayê. Ji 1977'an ve li Swêdê dijî. Berhemên xwe bi kurdi, tirkî û swêdî dinivîse, demeke dirêj endamtiya rêvebiriya Yekîtiya Niviskaren Swêdê kiriye. Di Pen Kluba Swêd û Pena Navnetewi de dixebite. Endamê Yekîtiya Rojnamevanên Swed û Dinyayê ye. Heta niha 7 romanê wi bi kurdî çap bûne û gelek ji wan li tirkî û zimanên ewrûpî hatine wergerandin. Ceribandinên wî jî di koyar û rojnaman de bi dehan zimanan çap bûne. Ji bo çapa tirkî a "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê" û "Nar Çiçekleri" di bihara 2001'ê de li Mehkema Ewlekariya Dewletê a Stenbolê dawe vebû lê beraat kir. Di eynî salê de xelata Yekîtiyê Weşangerên Tirkiyê ya Azadiya Fikri ku her sal dide, xelata edebiyatê ya İnstituta Kurdî ya Berlinê, xelatek ji ê herî giring a İskandinavya Xelata Penûsa Azadiyê a Torgny Segerstedt û di 2002'an de ji xelata Akademiya Swêd a bi navê Stina-Erik Lundrebrg wergirt.
|