La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mehabad, ber bi olimpiyada Xwedê de


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 1996, İstanbul
Préface : Pages : 60
Traduction : ISBN : 975-7112-15-1
Langue : KurdeFormat : 95x198 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4018Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mehabad, ber bi olimpiyada Xwedê de

Mehabad : ber bi olimpiyada Xwedê de

Di vê şiîra Selîm Berekat de gelek sembol hene û mirov nikare tercîheke tenê deyne, ji ber ku ev şiîr, şiîreke vekirî tê jimartin, lê dîsa jî em dixwazin hinekî li ser rawestin da ku rê li ber xwendevan vebe û derbasî cîhana vê şiîra girîng bibe. Di şiîrê de gelek temaşevan li ser derenceyan rûniştine û li liskvanê bêçare dinêrin, temaşevan bi xwe jî bêçare ne, tu tişt ji destê wan nayê, tenê di dawiyê de çepikine lal li şûn xwe dihêlin. Komar hilweşiya bêyî ku dilopek xwîn birije û tu kesî dengê xwe li ber bidardekirina Serokê Komarê Qadî Mihemed bilind nekir... Cîhaneke lal û razayî... wê ji bo kuştina mêrekî kurd çi bibêje û eger "hakem" çilmisî be wê çi serkeftin ji lîskvan re hebe?
Serhildanên milletê kurd çîrok in her dem bi mirinê diqedin, îcar li ber vê mirina hov ne pirr e ku yek bike qêrîn û bibêje:
"Xwedayê min ev kurdên te ne Xwedayê min!"...

Ev e.. hinek ji vê şiîrê, ji vê nalîna kûr û bişewat... û eger tiştek mabe em bibêjin: Bi rastî wergerandina berhemên Selîm Berekat gelekî zor e û em bi kêmasiyan dihesin, ev yek jî ne ji ber xizaniya zimanê kurdî ye, lê ji ber ku zimanê Selîm Berekat zimanekî taybet e û fêmkirina wî bi erebî bi xwe jî zor e... lê dîsa em bi hêvî ne ku me hinek ji hestên Selîm Berekat û ruhiyeta wî anîbe ziman...

Jan Dost
15 Tebax 1996
Stenbol


Identité

Selîm Berekat
Mehabad

Avesta
Avesta /şiîr: 13/4
Mehabad ber bi olimpiyada Xwedê de/Selîm Berekat
Werger: Jan Dost

Edîtor: Abdullah Keskin
Wêneyê Bergê: Anselm Kiefer-Sulamith
Tîprêzî û mizanpaj: Avesta
Çap: Ceylan matbaacılık
Çapa Yekem: Îlon 1996, duhezar
Navê kitêbê yê orjînal: Ji dîwana "Bazyar"

© Weşanên Avesta, 1996
Mafê wergera kurdî yê Avesta ye.
Ji xeynî danasînê bê destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

Avesta yayιnlarι
Asmalı mescit sokak
Şahin han 35/211
Beyoğlu/İstanbul
Tel-Faks: (0212) 251 71 39
ISBN: 975-7112-15-1


Selîm Berekat, li Qamîşlo, sala 1951'ê ji dayîk bû; li wir xwend, pişt re çû li Şam kete beşê Edebiyata Erebî, lê xwendina xwe temam nekir û çû Bêrûdê, di rojnameyên erebî de kar kir, kitêba xwe ya yekem sala 1973'an li Bêrûdê belav kir, pişt re kitêbên wî lidûhev derketin.
Berhemên wî (tev de bi erebî):
Şiîr.
- Her yekî derbas be wê ji bo min bang bike û her yekî derkeve jî
- Wisa ez Mûsêsana bela wela dikim
- Ji tozê re, ji Şemdîn re, ji rolên nêçîr û rolên memleketan re
- El-cemherat (Derbarê xwîna qeşmer û stûnan û rabûna salsalê)
- Quling
- Bi eynî toran, bi roviyên ku ba diajon
- El bazyar
- Tewşiya yaqût

Roman:
- Feqeyên tariyê
- Giyanên hendesî
- Per
- Leşkergehên ebediyê
- Astrolog di sêşema mirinê de
- Gerdûn

Otobiyografî.
- Kuliyê hesinî
- Bilind bîne... dengê borîzanê heta dawî bîne




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues