Ciweyna (perperoka li ser gula maçkirî)
Hecî Nehsan
Aryen
... min di bedana te de şopa gulan maç dikir hingê navê te li mêla min nîn bû hingê canê te li hêla min bû ciweyna
niha navê te ji her berîka ruhê min derdikeve niha navê te di her kêlîka matmayînên min de dilerize
her çîrok xwe bi te vedibêje her sibeh bi te re zer dibe ez jî berê bi darê zorê hebûm niha tenê bi te heme û bi vê xeyala ku min bi destê xwe çêkiriye ...
Hecî Nehsan, di sala 1974’an de li gundê Korikê ku girêdayî Kobaniyê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / cerribîn û helbestên wî di kovarên weki Çirusk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylûl, Tîroj û Umuş Eylül de hatine weşandin. 21 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye, niha li girtîgeha Tekîrdagê tê girtin. Berhemên wî: - Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013 - Amed - Agrîna (HelbestJ, Weşanên J&J, 2014 - Amed - Nofa (ÇîrokJ, Weşanên Ar, 2014 - Stenbol - Şîna Şevê (HelbestJ, Weşanên Ar, 2015 - Stenbol - Arjenîka (HêçanJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed - Maha (ÇîrokJ, Weşanên J&J, 2016 - Amed |