Kurd: Nevîyên Mîdîyan
V. F. Minoriskî
Soro
Vaye min di nava van salên Çûyî de li gora karîn û zanebûna xwe û têgihiştîna xwe ji bona Zimanê me çend ji Nivîstokan ji bona Zimanê meyî şêrîn û xweş ji zimanên bêgane dane wergerandin; Ji ber ku kilîta pêşveketina xebata me û şiyarbûna miletê me di serxwebûn û pêkanîna Dewleteke milîyî serbixwe de di pêşvekettna zimanê me de tête dîtin. Zimanê me em ji windakirinê û nemanê dane parastin. Hebûna me, na hêjî bêtir tevaya Mirovanîya me bi xwe jî eu di pêşkevtina Zimanê me de tête dîtin; ji ber vê jî her û her pê keleşên, talankerên, dagîrkerên kurdistana me di pêşîya pêşî de bi hemû nobûn şerî zimanê didin kirin û nemana wî bi hemû konetî, kosetî, dirbûn û hovîtî didin daxwaz kirin. Ez zaro bûm, menal bûm, li nava gundê kweyî razayî ... |