Ji Stêrên Welatê Qedexe
Konê Reş
Wezareta Rewşenbîrî
Ji ber tarîbûn û bê ronahiyê, stêr di asmanan de diçirisîn in, ji hêza baran û ji şilahîyê, xak di buharî de dikene, mirovên çak, rind û leheng jî, ev kesin, ku ji nebûnê, hebûna xwe di nav gelê xwe de diyar dikin, di şert û mercên dijwar û teng de li ber xwe didin, di nebûna mêran de, mêranîya xwe berz û eşkere dikin, ji ber ku di firehîyan de her yek dibêje: ez lawê bavê xwe me.. Lê ez heyranê wî mirovê bim, ewê ku di asteng û dijwarîyan de, li ber xwe bide û ji mêranî nekeve, û dawî welatîyên wî pesnê wî bidin û li ber ronahîya kiryarên wî, pîşe û hunera wî pêşkevin û reş û sipî ji hev derxînin.
|