Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Milkê evînê


Nivîskar : Multimedia
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1995, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 108
Wergêr : ISBN : 91-88592-13-8
Ziman : KurdîEbad : 125x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 3490Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Milkê evînê

Versions

Milkê evînê

Min milkekî heye li wê deverê
Serkaniya evîn û geş-asoya xweziyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
Milkekî diherike û tê
Dastan e, ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre, belê
Gewlaz e, ji axîn û keserê
Ku hê jî "Qalûbela"
Tarîx e li enî û
nûsîn e, li bextê me.
Milkekî ji navserên li Mûnzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe.
Gava Roj dibişire li Mahabadê
Kerresî digermijin ji kêfa
Li dolik û mesîlên di Efrînê,
Li wan berwarên Çiyayê Kurda.
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
tête kuştin
di ber da
Û jê
Her deq-qe perçeyek min
ji nû va dizê.


Nasname

Rojen Banas
MILIKÊ EVÎNÊ
Weşanên Nûdem

Pirtûkên Rojen Barnas yên çapbûyî:
1. Li Bandeva Spêde,1979.
2. Heyv Li Esmanê Diyarbekirê, 1983.

Weşanên Nûdem: 14
Milkê Evînê
Çapa Yekem: Stockholm 1995

© Rojen Barnas
Pergala berg û rûpelan: Nûdem
Wêneya bergê: Magritte

ISBN: 9188592-14 6

Navnîşan:

Termov. 52 2tr.
175 77 Järfälla-Sweden
Tel û Fax: 8-58356468




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar