Zirabkê cot kanîne, Yeke şore, yek şîrîne, Şîrin dike gazî: «Sult’anê, mala bavê te şewitîyê, k’oka anqosîya t’emam hatye. Îsal pêra mi bihîstye, êla bisurmanîyê dewsa warê me danîne».
Serayê, ha serayê, Sera Dîyarbek’irê, Xwedê xirab ke, têda tê dengê Şêx Mîrzayê, Şêx Mîrza got: Reşîd-p’aşa kuştina min heye, ez t’ucara tera nayême rayê».
.....
Navrok
Stranê Ser T’êk’oşîna K’urdê-Êzdî Himberî Turkiуа Osmanî (salêd 1820-1830)
Şêx Mîrzo (1—9) / 309 Delanê (10—11) / 317 E’lî-begê mîrê şêxa (12—14) / 318 K’eleşê Çolo (15—16) / 319 Îskanê Zoro, Silêmanê Bira, K’olozê Anqosî, Nemirê-axê, Şêx Miç’ongê mala Şêx Emira (17) / 321
Stranê Hêna Şerê Navbera Rûsêtê û T’urk’îyaê (salêd 1877—1878) Wey-lê, wey-lê (18) / 322 Walatê meda bîye be’se (19) / 322
Stranê Ser T’êk’oşîna K’urda Bona Azayê ji Bin Nîre T’urk’îyaê (Nîveka duda ya sedsalîya XIX—despêka sedsalîya XX) Telî Hemze (20—28) / 322 Şîna T’êlî Hucê (29—33) / 373 H’amê Mûsê (34—35) / 377
Şerê CangîR-axa Şerê ser Dêrcemedê (497—502) / 695 Şerê ser T’ûtekê (503—505) / 700 Şerê ser Xanê (506) / 701 Şerê ser Taşk’êsanê (507) / 702 Hesen-axa (508—512) / 702 Egît-beg (513—515) / 704 Temûr-beg (516—517) / 706
Dûhatin Şerê Îbrahîm-xan li gel îran (518) / 708 Omer-beg (519) / 712 Şerê Boz-beg û Dewrêş-axa (520) / 716
Ek’sa destnivîsara / 721 Nivîsarnasî / 743 Ferhengok / 778 Konkordansa Orîgînala têkstê K’urdî Ciyê Gorî wane Rûsî / 780 Navnîşê dengbêja û hejmara strana / 783 Navnîşê Nava / 784 Navnîşê Cîwara / 794
Navnîşê Qebîla û Mileta / 801 Navnîşê ç’ek-sîlih’a / 803 Navê hespa / 805
Rêznava Têrmina / 806
Nîşê Bikurtaî K’arhênaî / 808
Rêznava Sûret û Wînaê têkstê K’urdîda / 808
STRANÊ SER T’ÊK’OŞÎNA K’URDÊ ÊZDÎ HIMBERÎ T’URK’ÎYA OSMANÎ (salêd 1820—1830)
Şêx Mîrzo
I (1)
1. Li walatê Bişêrîyê, ser sînorê Mendanê, li zozanê Zirabkê êla anqosîya danî bû — h’ezar h’evsid mal, ji êla h’emû êzdîya hebû, nek t’enê anqosî. Serk’arîya wan destê Ferh’oda bû. Lê Ferh’o-axa bê şêx û pîr nikaribû tiştek bikira. Mêrxas, e’gît Şêx Mîrza bû. Şêx Mîrze beremberî h’ezar mêrî bû.
2. Reşîd-p’aşa serk’arê qeza Bişêrîyê bû. Rojekê Şêx Mîrza ne li mala xwe bû, Reşîd-p’aşa hat pirsa Şêx Mîrza kir. Şêx Mîrza ne li mal bû, ew mala Ferh’o-axa peya bû. Ferh’o-axa bona Reşîd-p’aşa çadirekî başqe vegirt. Reşîd-p’aşa bin çadirêda rûniştî bû. Nîvro, pezê nîvro hate de’na bêrîvanê wan çûne ber bêrîyê bona pez bidoşin.
3. Du qîzê Ferh’o hebûn, navê yekê Şîrin, navê yekê jî Sult’an bû. Hewqeder bedew bûn, ji hev nedihatin başqekirinê, hewqa nazik bûn. Ferh’o-axa k’jvş kiribû herda bide herd birazîyê xwe. Eva herdu keç’ika çûne pêz bidine bêrîyê. Reşîd-p’aşa bin çadirêda ewan dîtin, ji Ferh’o-axa pirsî, go: «Ferh’o-axa, ew herdu derbaz bûn çîê tene?» Ferh’o îdî şerma negot qîzê minin, got: «Carîyê tene». Reşîd-p’aşa navê wan pirsî, go: «Şîrinê gere bidî min». Nanê Ferh’o jî hazir bibû, t’extê wî danî bû, nanê bê ser. Ewî ко usa got Ferh’o şaş ma, go: «Reşîd-p’aşa, tu çi divêjî, tu bisurman, em êzdî, şuxulê usa dibe? Xudê mala tc ava ke, ho tu ne cahilekî?»
5. Ferh’o-axa go: «Reşîd-p’aşa, were vê zulmê meke, herd qîzê min dergîstîne». Reşîd-p’aşa ser gilîyê xwe sekinî. Ewî mêrikî dîna xwe dayê, wekî nanê wî naxwe, wê bikuje, çû ji k’ulfetê mala xwe pirsî, go: «Hûn ji vê gilîyêra çi divêjin?» Jina wî Cewahirê go: «Bira te bikuje, em êzdîne ew bisurman, em qîza xwe nadinê». Evî t’aba xwe ne anî, tirsa ha got: «Reşîd-p’aşa, çaxê te ev gilî got, ji min mezintir hene. Eger Şêx Mîrze qayîl bû, ez jî qayîlim». Rcşîd-p’aşa go: «Wekî, qîza teye, bidî, Şêx Mîrzayê wê çi bêje?» — Go: «Wekî usane Şêx Mîrzayê bidc^Nan bîne em bixun!»
6. Nan hate danînê. Cewahirê hat sekinî, got: «Rûyê min reşe, ez t’ucara qîza xwe nadimê!» Reşîd-p’aşa go: «Hefe, ji ber ç’e’vê min ret be». Nanê xwe xwar, hespê xwe sîyar bû çû. Kaxazekê nivîsî hîşt bona Şêx Mîrza, da qewazekî xwe, go: «Bide Şêx Mîrza, bêje, bira sibê bê serayê, lê bira t’u ç’eka xwera neyne. Bextê p’êxemberê min jêra». Sîyar bû çû.
7. Êvarê Şêx Mîrza hat, çûbû Delanê, ew jî gundê anqosîya bû. Hat dît êla anqosîya, li zozanê Zirabkê, t’emam têda şîne. Şêx Mîrza pirsî, go: «Çima, çi li we qewimye, lao? Yek we mirîye? Sed we mirîye? Çi qewimye? Çima wa dip’onijin?» Evan go: «Şêxê me, ji xêra Xudêra k’oka me bihata, cvan gilîya nehata pêşya me». Go: «Kuro, çira çi bûye?» Go: «Hal-hewalê Reşîd-p’aşa û Ferh’o-axa eve». «Kuro,- go,-Ferh’o çi gotîye?» — Go: «Ferh’o gotîye Şêx Mîrza zanêda».
8. Şêx Mîrza îdî hespê xwe peya nebû, şûrê xwe stuyê xwe dernexist, berê xwe dayê konê Ferh’o. Ferh’o dîna xwe dayê, wekî Şêx Mîrza hat, revî xwe veşart, go: «Şêx Mîrzayê min bikuje». Wêderê Şêx Mîrza da ç’êra, go: «Nemerî, çima tirsîyayî?»
9. Şêx Mîrza çû ber konê xwe. Qewaza k’axaza Reşîd-p’aşa dayê, xwend. Reşîd-p’aşa nivîsî bû: «Sibê were sera min, t’u ç’eka xwera neyne».
10. Şêx Mîrza sibê ser sozê wî ç’ek xwera hilneda, xencerek t’enê bin biç’enga xweda veşart, xulamek t’enê xwera bir. Çû sera Dîyarbek’irê, gote wî merîyî pêra, go: «Hespê min sîyar be, hespê min bigre, divek ez bême kuştinê, hespê minê te xilas ke. Hergê ez sax derk’etim, kurê min, tu dîsa hespê xwe sîyar be, ez jî ya xwe».
11. Şêx Mîrza çaxê derda çû, dîna xwe dayê Reşîd-p’aşa rûniştîye. Reşîd-p’aşa çaxê dît Şêx Mîrza hat, nezamê da sekinandinê, t’ivingê wan dêstda, sungu serê wanda. Şêx Mîrza ç’ê'vpêk’et, go: «Wey-lo, ewanayê min bikujin». Reşîd-p’aşa go: «Şêx Mîrza, k’erem ke rûnê». Jêra k’ursî danîn, go: «Xudê te bikuje, ne te bextê p’êxember daye min, lê çima esker daye sekinandinê?» — Go: «Min bextê p’êxember daye te boy Şîrinê. Hergê tu Şîrinê bidî min, ez te nakujim». Şêx Mîrza go: «Reşîd-p’aşa,_Şîrin qîza Ferh’oye, ho ne qîza mine>x Reşîd-p’aşa go: «Wekî tu bixazî, wê bide». Go: «Reşîd-p’aşa, ez qayîlîya xwe nadim». Reşîd-p’aşa ç’e’vkire esker, esker t’iving anî. Şêx Mîrza dest avîte xencerê. Bi gotina gotîya Şêx Mîrza h’eta derk’ete ber dêrî bi xencer bîst û yek merî kuşt. Ber derge lêdan Şêx Mîrza kuştin. Ber mirinê, birîndar, got xulamê xwera, go: «Kuro, bireve, meêyî kuştinê».
12. Ew şêr wêderê hate kuştinê. Eva xulama çû binat’ara zozana Zirabkê gihîşte êlê. Gotin: «Kuro, k’a Şêx Mîrza?» — Gotê: «Şêx Mîrza hate kuştinê». Êla êzdîya t’emam şîn k’ete navda. Evana konê xwe avîtin, dageryan hatine gund. Du-sê rojê wan t’emam bû, Reşîd-p’aşa dîsa qewazê xwe şand, go: «Hefe Şîrinê bîne!»
13. Xortêd anqosîya lêdan ew qewaz kuştin.
14. Reşîd-p’aşa rabû cime’teke êp’êce şande ser, go: «Şîrinê tînin, bînin, xêr naynin, lêxin k’oka wan bînin». Anqosîya ç’e’v lêk’etin cime’teke giran hate ser. Ewana duşurmîş bûn: «Em xeber bidine şerqîya bira bêne hewarîya me, bira k’oma me qalin be». Dîsa duşurmîş bûn: «Camêr, ew dewlete, îro cime’t şandîye ser me, sibê wê esker bişîne ser me». Ze’f duşurmîş bûn.
15. Miç’o birazîyê Şêx Mîrza bû, kurê Şêx î'sa bû, biç’ûkê şeş bira bû. Heta êvarê, çaxê qîz û bûk diçûne bindarûkê, Miç’o diçû nav wanda fûdinişt. Evan qîz-bûka sibê h’eta êverê t’epa nav ç’e’va dixist, digotin: «Hefe nav mêra!» Eva dik’enîya, digot: «Ez birayê we me». Evan qîza digot: «Bira bimîne!»
16. Çaxê Şêx Mîrza hate kuştinê, Miç’o hat, go: «Çekê apê min, hespê apê min bidine min, ezê we xilas bikim». Miç’o çaxê ç’ekê apê xwe xwekir, hespê sîyar bû, bû mêrekî usa: dest ser destê xwefa nedidît. Êla hatibû ser wan, berda, gişk revîn çûne cem Reşîd-p’aşa. Reşîd-jiaşa go: «Em çawa dizîva Miç’o bigrin bikujin?» Kirin-nekirin, Miç’o nehate girtinê. Kutasî Reşîd-p’aşa salê çend cara esker dişande ser êzdîya.
17. Şeş sal t’emam bû, k’ete nava h’evtada, êzdî nava zelûlîyêda bûn. Reşîd-p’aşa e’mir kir, esker şande ser êzdîya. Zor dane êzdîya, k’ok lê anîn. Pênsid xortê wan girtin, gotin: «Carkê bêjin em bisurmanin, em yêra, milk’a bidine we». Evan xorta got: «Em êzdîne, em bisurman nabin!» Ew pênsid xort derbekê kuştin.
18. Êla anqosîya t’emam ji cîyê xwe rabû revî. Hatin ber ç’emekî qalin, jêra digotin Feratê Merdîn, Miç’o hate kuştinê. Miç’o gote anqosîya, got: «Pişta min bidine darê, t’iving bidine destê min, bira yak miqîm bisekine pişt min cigare bik’şîne. Bivînin ez saxim bira hêsîrê êzdîya xilas be».
19. Şîrin û Sult’anê jî mêrara şer dikirin.
20. Sê roja derbaz bu. Rcşîd-p’aşa dûrbînê da ber ç’e’vê xwe, go: «Kuro, Miç’o hatye kuştinê, bidine ser!»
21. Anqosîya h’emû xwe avîtine avê. Şîrin û Sult’anê jî xwe avîtine avê. * * *
Zirabkê cot kanîne, Yeke şore, yek şîrîne, Şîrin dike gazî: «Sult’anê, mala bavê te şewitîyê, k’oka anqosîya t’emam hatye. îsal pêra mi bihîstye, êla bisurmanîyê dewsa warê me danîne».
Serayê, ha serayê,
5. Sera Dîyarbek’irê, Xwedê xirab ke, têda tê dengê Şêx Mîrzayê, Şêx Mîrza got: Reşîd-p’aşa kuştina min heye, ez t’ucara tera nayême rayê».
Şera Dîyarbek’irê kevirê more, Reşîd-p’aşa gazî Şêx Mîrza kirye, birye dîwana here jore,
.....
О. C. Calîlov
Stranê K’urdaye T’arîqîyê
Akadêmîya Zanîstiye ya Rûsîyae
Akadêmîya Zanîstiye ya Rûsîyae Înstîtûta Rohilatnasîyê Beşa Sankt-Pêtêrbûrgê Stranê K’urdaye T’arîqîyê О. C. Calîlov
Sankt-Pêtêrbûrg 2003
Îzna çapê şêwra Zanîyarîya Înstîtûta rohilatnasîyê beşa Şankt-Pêtêrbûrgê Akadêmîya zanistîyê ya Rûsîyaê daye
Rêdaktorê cabdar: Doktorê zanîyarîya fîlologîyê Pûtîlov B. N. Doktorê zanîyarîya t’arîqîyê Celîlê Celîl