Tavên Stêrîn
Abdullah Karabax
Han
Tu gulşen ne li ber me bûn, em rabûn bi sebrên yûsifî Li lêvên me sewda dibin gul, gul dibe Şêrîn û Ferhed Bi hors û kulingan çiya qul nabin, bi gulanîna dibin!
Tu rêber ne li pêş me bûn, em meşiyan bi kelên cizîrî Li efsaneya me sewda dibin gul, gul dibe Zîn û Mem Bi devan sewda têr nabin, bi dîtina, wan çavan dibin!
Tu xetere ne li ber me bûn, em ziviriyane berçelanê Û li wir sewda dibin gul, gul dibe Binevş û Cembelî Bi tasên kaniyan evîn nabin, bi soza herduyan dibin!
Tu xan ne li ber me bûn, em dagêrîn bi malên koçerî Li konê me sewda dibin gul, gul dibe Edûl û Dewrêş Bi şerên eşîran sewda nabin, bi dilhesretkêşan dibin!
Tu çare ne li ber me bûn, me milên xwe dane sîpanê Wey lê lê! Sewda dibin gul, gul dibe Xec û Siyabend Bi nêçîran sewda nayê parastin, bi hiş û aqilan dibin!
Abdullah Karabax, 1955, Ereban – Dîlok - Bakur. Dibistana Mamostetî ya Dûzîçî - Edenê, 1968-1975. Mamostett, 1975-1979. Enstttuya Bilind a Dîlokê, 1979, dewam nekir. Gelek caran hat bin çavkirin û bi salan di girttgehan de ma. Roj xwarin. Di sala 1990 de ji welêt derket û niha li Swîsrê dijî. Helbestvan e. Bi semavên "A. Karabag/ A. Karabag/ A. Karabax/Abdullah Karabax" jî nivîsand û dinivîsîne.
|