Kişwera Şehîdan
Fethulla Huseynî
Kovara Zanîn
Kurd im û comerd im ez dilgeş im
Ejder û piling im hem rûxweş im
Geşbînê serbest û azadî me (1)
Hiner û arveşan û şoreş im
.....
PÊŞGOTIN
Bêguman çaxê ku ziman hatiye afirandin û deng jê hatiye di dîroka jîyanê de ne bi xwebere, helbet ji dane û standina mirov bi yeksên xurista dijwar re bû, ji encema vê dane û standinê û têkilîya mirov bi pêjûya (made) wê re li gor dengê wê yan li gor durv û kêsimê wê yan jî li gor karê ku pê radibû, ji lewra gotin hatiye.
Di rîya zimên de, yanî ziman gotin daye, mîna ku tê zanînê ziman ketiye du qonaxan: Qonaxa lêvkî ku hîn neketibû warê nivîsandinê, û qonaxa diwem ya ku ketiye warê ni vîsandinê, di qonaxa pêşîn de ji destpêkê de sê koç beropêş de derbaskiriye, koça pêşî gotine; ku di rîya gotinê de ji hev fêmkirine û çîrok û serpêhatî û efsan çêbune, di koça diwem de hatiye peresendin (tetewir) û derbirin, pend, şar û metelok yanî tiştên lihevhatî çêbûne, di koça sisyan de ketiye warê helbest, xweşxewan, dîrok, sitran û sirûdan. Lê di qonaxa nivîsandinê de sê koç beropaş de vegerandîye, koça pêşî ketîye, helbest û sirûd, xweşxewan û dîrokan. Di koça diwem ya berovaj de ketîye, derbirin, metelok, pend, şar û tiştên li hev hatî, Di qonaxa sisyan de, ya beropaş nû ketîye çîrok û roman û serpêhatî yan. Di hebûna milletan de ziman tiştekî hîm liye û derçekekî serekeye ku pê hebûna millete kî tê kifşkirin û nîşan dan, ku dirîya wî de ew millet zên, raman, bîr û bawerîyên xwe tê goş û ragîyandin didin û gîyan û ruhê netewe xwe pê ber bi çav dikin.
Netewa kurd ji netewayên herî kevnare di kûraya dîrokê de û babelîskên dûr û kûr de bi xurtî cihê xwe di rojhilat de girtîye û xwedî şarevanî û serpêhatîyên bê pîvan û hempa ye, xwedî efsan û dîroke, xwedî wêje û çande ye, xwe dî ziman û toreye, tev ku kilametên herî mezin di dîroka xwe de dîtîye hîn jî xwe bi xurtî parastîye:(weke ku Kurd dibêjin; cewher her cewhere, ku çiqasî ax bi mîne li sere).
Tevî ku bi sedê salan bindest û nexweser ma ye, hatîye perçiqandin, dîroka wî tune bûye, kultûr û çanda wî hatîye dizîn bi destê zorker an, bi dehê caran zimanê wî qedexe bûye û ketî ye ber mengena dijmin û neyaran de û ji bona parastina mafê xweyî xwezayî qirbûye, yanî kurtî ji dur û cewherê xweyî netewî û rewiştên xweyî kurdîtîyê talan bûye, bê par bûye ji her yalên jîyana xwe de. Mîr Celadet Xan dibêje û gotina wîyî zêrîn di vî warî de cihê xwe pir dadigre û zendîye çaxe digot: ((Zimanê Kurdî mîna gwînîyekî “çewal” tije kaye ku di deryakê de vala bûye û ba û pêla ii wê kayê xistiye û her libik bi cîhekî de avêtiye û bi her perav û keviya n de avêtiye û belawela ye, çiqasî dijware ku bê derev kirin! di vî warî de ji her torevan û zimanzanî tê xwestin ku xwe noqî wê deryayê bike û her li ber pêlan avjenî û melevaniyê bike da ku dîsan libê kaya xwe bihevde û çewalê xwe dagire)).
Kak Fethullah Huseynî yek ji wane ye xwe terxan(texesus) kirîye ji bo avjenîyê bi dilsozî ku xwe berra derya zimanê millete daye û berevkirin û danheva wî ji xwere kirî ye kar û xebateke rojane û genca zimanê Kurdî berxweş kirîye û bi zimanê şêrîn deng kiriye û qîrîya ye bi zarekî ristevanî û li hevhatî û helbest û sirûdên xwe bi vî zimanê pîroz afirandîye û bi ser milletê xwede verrêkirîye û xelata wî ya winda û zêryayî ew xelata pîroz û pereste dîsan ew pê dilşad kirîye û pêşkêşî wî kirîye.
Fethulah xelata xwe bi navê "Kişwera Şehîdan" diyarî milletê xwe dike û wî bi derd û êşên wî agehdar dike her wisa jî di ristên xwe de milet perwerî û welatparêzî bi miletê xwe daye xuya-kirin û ji kevçika dilê xwe dengê xwe bi yê milletê xwe re hildaye, di şîn û şayê wî de, di reşî û xweşîya wî de, bi zimanekî petî û zelal kul û derdên milletê xwe di "Kişwera" xwe de nîşan daye, û bi awakî pêşverû û risteke rast û mirov perestî ku ev çûrre sîmbol û durişma milletê me bû û niha jî û di paşerojê de jî wê bimîne sîmbol û durişme.
Kak Fethulah cîhekî giring di dîwana xwe de daye kesên welatparêz û bizavker ew kesên ku di rîya xebata çekdarî de, çi di rîya bizava ko nevanî de û çi di rîya tore û ziman û helbest û saz û awazan de ku hetahetayê berhemên wan di nav destê gel de dimînin û ber û meywên şêrîn jê dixwin ji bo zanînê jî ristevanê me Fethulah di dîwana xwede deriyekî evînî jî vekirîye ji ber ku dibîne jîyan bê evîn nabe û evîn bê danê nabe heger evîn di jîyanê de tunebe jîyan tim çewt û kûte. Ji lewra ristevanê me evîna welat bievîna yarê ve girêdide.
Me dil hebû ku em hîn liser dîwana rietevanê me kak Fethulah rawestin lê ji kurtîya demê em heta vir rawestîyan, nihaka em dixwazin hinekî jîyana wî bi xwendevanên Kurd naskirin bidin.
Navê wî Fethulah kurê Hesene kurê Osmane kurê Husseynê Husseynîye. Hatîye nasîn bi Fethulahê Husseynî. Di 10 tebaxê de sala 1970ê de li bajarê "Dirbêsiyê" ronî dîtiye, Dirbêsiyê dikeve hêla bakur de di parêzgeha Hisicê de, jîna xwe di mala bavê xwe de diborîne, ji maleke belengaz û feqîr e, hemî kesên tê de xwendevanin, ji bilî bavê wî kesek kar ji vê malê re nake, çimkî daxwaza bavê wî wisaye, û her omîda wî ku hemî kurên wî bibin xwedî bawername (Şehade).
Kak Fethulah bi êşên ku bi serê miletê wî de hatine agehdar bûye û nerîye ku tiştê giring û tekane yê ku karî be vî milletî ji derya talane xilaske ew zimane, û wî xwe behwer kirye bi hevo ka ku dibêje; ziman bendeke yê ku nahêle millet ji hev tar û mar bibe, wisa jî wî dest bi xwen-dina zimanê kurdî kirîye û di sala/1985/an de dest avêtiye xama kurdî û dest bi nivîsandina zimanê xwe kirîye, her Newroz û cejn û şahîyê welat pîroz dike û liser cangorîyê wî disekine û hezar rehmetî dike.
Kak Fethulah ji ber xweve dest bi xwendina tîpên kurdî kirîye û gelek çevên tarî westîya ye ta ku xwe fêrkirîye zimanê bav û kalan, ta xwe pêşxiste di vê riya tijî kelem û lat û sitrî de, ta sûnda xwe bi cî anî ku rokê xelateke buha diyarî milletê xweyî perîşan bike û şana wîya buha ewe ku (Mirov çiqasi ji mille tê xwere bike hîna hindike).
Di dawî de ez gelekî dilşa û kêfxweşim bi karê ristevanê meyî xort û ez dîwana wî li millet pîroz dikim, bi hêvîya ku di pêşro jê de hîn pirtir bide milletê xwe.
Salihê Heydo
3.3.1992
Peşgotina Min
Ji kela hinav û tîna dilê xwe ez hersê berên (Kişwera Şehîdan) diyarî we dikim, ta ku hûn bi ristên tê de agahdar bibin. Bi omîda ku hûn dermanê birînên xwe tê de bibînin. Û bi neyaza ku ev Kişwer, rojekê ji rojan bibe bi erş û mîr û wezîr, û bibe dibistaneke pêşverû ta ku xamên pêşketî jê derên û bi rêkevin.
Ji vê dîbaca biçûk ez dixwazim nêzîkî du tiş tan bibim: Ya yekê; ku nêzîkî supasîya du kesan bibim (Mamosta E. Huseynî û ristevanê delal Salihê Heydo), yên bi min re westiyane, bo ev ke şwer serê xwe rake û bi serfirazî bêje; bimilet û gel im, bi nav û maf im, û va term û kelaxên şehîdan li min diyarin, wekî dî jî ez supasiya hevalna dikim, yên ku alîkarî bi min re di çapkirina vê dîwanê de kirine.
Ya didwan, ez dixwazim nêzîkî rastiyekê bibim: Berîya ez vê dîwanê çap bikim, min navê xwe datanî "Xemkêşê Aştî" û ez wisa hatibûm nasîn di di kovaran de, û bi taybetî di kovara "Zanîn"de.
Û gelek helbestên min çavnêrê eyan in, çimkî dawîya piranîya wan bi vî navî didin xuyanî.
Bi rastî gelek sedem hebûn, hiştin ku ez vî hilînim, lê ez naxwazim di vir de nêzîkî wan bibim.
Dîsa omîda min ewe, ku ev kişwer di pêşerojan de bibî bi çengûş û zingilek zumîn xurt û bi hêz.
F. Huseynî
4.3.1992
Berê welatparêzî û xweş - xewana
Ez Şoreşim
Kurd im û comerd im ez dilgeş im
Ejder û piling im hem rûxweş im
Geşbînê serbest û azadî me (1)
Hiner û arveşan û şoreş im
Rêça niştimanî can dixwazî
Mizgînê didim bihêz dimeşim
Rêzanim di çar goşên cîhan de
Bo dozê rêwî me bi derfeşim (2)
Ne ji celebê bîs û gellaşim (3)
Ez ne pespende û ne kameşim (4)
Ne pelê darê meywê hurmîya
Bi dem-sala payîz re biweşim
Her tevger û bizav û armancim
Ne rêberê çete û keleşim
.....
1) -Geşbîn = dilşad.
2) -Derfeş = al.
3) -Gellaş = giyayek bê sûde.
4) -Kameş = tiştên nebaş .
Fethulla Huseynî
Kişwera Şehîdan
Dîwana
Kovara Zanîn
Weşanen Kovara Zanîn
Kişwera Şehîdan
Dîwana - 1
Fethulla Huseynî
Çapa yekê
1992
Çapa yekê
1000-1992
Ji Weşanen Kovara Zanîn -2-
Suriya - Qamişll
kiswera_sehidan_f_huseyni.pdf
Visionneuse n'a pas trouvé le document