La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nûdem, hejmar 2


Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Beybûn Date & Lieu : 1992, Morgongåva
Préface : Pages : 110
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nûdem, hejmar 2

Versions

Nûdem
Kovara hunerî, edebî û çandî

Remzî, resamê rengen girtî

Berî niha bi çendekê, min romana Gertrude Stein "Çîroka jiyana Alice B. Toklas" (The Autobiography of Alice B. Toklas) xwend. Gertrude Stein, nivîskar û şahîr, ji Yekîtiya Amerikan bû, lê wê piraniya umrê xwe li Fransê û Parîsê derbas kir. Ew di vê romana xwe de, bi devê hevala xwe Alice B. Toklas, bi bedewî behsa jiyana civakî ya Parîsê, di salên 1910-30 an de. dike. Ew hevala nivîskar, şahîr û hunermendên mezin mina Pablo Picasso, Henri Matisse, Braque, Juan Griss, Guillaume Apollinaire, Ernest Hemingway û h.w.d. bû. Di romana wê de. taxa Montmartê cîhekî esasî digire. Ji ber ku Montmarte hingê cîh û warê nivîskar û hunermendan bû. Piraniya wan li wir dijiyan. her şev li wê derê şênahiyek hebû. Modernizm, kubizm, dadaizm, surrealizm li wir ava dibû û dikemilî.

Lê paşê, dewr û dewran guherîn. Çaxa ew nivîskar û hunermend bûn navên navneteweyî hatin nasîn û cîh û malên wan bûn seyrangeha tûrîstan, wan ji wir bar kirin, di ser piran re derbas bûn û çûn aliyê rojava yê çemê Seinê, aliyê Germain des Pres, Saint Michel. Quartier Latin û Montparnassê. Jiyana edebî û hunerî, îcar, li vî milê Seinê şên bû. Îro jî hê wisan e; piraniya nivîskar, şahîr, huncrmend û ronakbîrên Parîsê Montparnasse, bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duwemîn, bû warê hunermend û ressaman. Gelek mal guherîn û bûn atêlyê ressaman. Bi dehan, sedan bar, restourand, qahwexane û salon vebûn. Nemaze qahwexana Le Select û restourana La Coupole bû navenda hunermendan. Lê gava dinya pê hesiya ku hunermend derin wan deran. ew der jî bûn cîhê tûrîstan...

Mehmet Uzun


Identité

Nûdem

2-1992

Kovara hunerî, edebî û çandî

Xwedî û berpirsiyarê gistî: Firat Ceweri

Wêneya bergê: Remzî

Hevkarê Swêd: Dîlower Mêqerî
Hevkarên Swêd yên beşa Zazakî: Koyo Berz, Farûk Yakûp
Hevkarê Danîmark: Weşanraneya Xanî û Batêyî
Hevkarê Awistiralya: Şahînê Bekirê Soreklî.
Hevkarê Belçîka: Derwêş Ferho.
Hevkarê Almanya: Husên Düzen.

Navnîşan : Gamla Landsv. 36, 740 41, Morgongåva, Sweden.
Tel: 0224-61428 . Telefax: 0224, 61428.

Pastgîro: 636 36 25 -2

Şerdên abonetiyê ji bo salekê: Swêd 190 Skr. Ewrûpa û Rojhelata Navîn 50 Dm. Amerîka û. Awistiralya 39 $.

Reklam: Rapela dawî bi reng 2000 Skr. Rûpelên nêvî 1200 Skr, nîvrûpel 750 Skr.
Ev weşaneke Beybûnê'ye

Me dixwest ku em hêjmara kovara "Nûdem" a duwemîn li Tirkiyê biweşînin. Lê belê pirsa destûrê bi derengî ket. Ji ber vê yekê me ev hêjmar bi vî awayî weşand.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues