Éditeur : Şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê | Date & Lieu : 2008-01-01, Diyarbekir |
Préface : | | Pages : 128 |
Traduction : | ISBN : 978-975-94847-4-3 |
Langue : Kurde | Format : 160x225 mm |
Code FIKP : Jeu. Ku. 139 | Thème : Musique |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan) |
Identité | ||||
Aram Gernas
Aram Gernas ji Farqinê ye. Xwendina xwe ya sereta, navîn û lîseyê li vî bajarî temamikîriye. Piştî xwendina Înstîtuya Perwerdehiyê dest bi karê mamosteyiyê kiriye. Di serdema cûntaya eskerî ya 12'ê îlona 191980'yî de gelek caran hatiye girtin û zêrandin. Di sala 1983’yan da wek penaberekî polîtîk derketiye derveyî welat û li Swêdê bi cih bûye. Li wê derê jî, digegel xebatên kurdperwerî, nivîskarî û redaktorî, ji nû ve dest bi xwendina Zanîngeha Mamostehiyê ya Bilind kiriye. Her weha piştî xwendina bilind dest bi karê mamostehiya kurdî kiriye. Digel karê mamostehiyê, bi salan karên redaktorî û nivîskaya kovarên Roja nû, Berbang, Çîra û rojnameya Dengê Azadî jî meşandiye. Di gelek kovarên zindî yên Tirkiyê û welat de û di malperên înternetê de gelek nivîsarên wî derçûne. Ev 5 sal in ku vegeriyaye welat û li vê derê dijî. Xebatên wî yên nivîskariyê, her bi zimanê kurdî ne. Berhemên wî yên dederçûyî: - Şervanê biçûk ê Vîetnamî (werger – kurteroman), weşanên Roja nû, 1988, Stockholm - Zembîlfiroş (Pîyes-Drama), weşanên Roja nû, 1995, Stockholm - Baxçê Zarokan 1 (Stran û muzîka zarokan), weşanên Apec, 1997, Stockholm - Baxçê Zarokan 2 (Stran û muzîka zarokan), weşanên Spartryck, 2001, Stockholm - Hemend (Çîrok), weşanên Spartryck 2001, Stockholm - Romeo û Julîet (Werger, Pîyes-Drama), weşanên Helwest, 2002, Stockholm - Bêrî (Werger – Belgeroman), weşanên Pêrî, 2002, Îstenbol - Aliko och Sparvhöken (Werger bi Swêdî, romanek zarokan), weşanên Roja nû, 2005, Stockholm - Toqa naletê ( Roman), weşanên Doz, 2007, Îstenbol |