La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn


Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2005, Stenbol
Préface : Şefîk BeyazPages : 334
Traduction : ISBN : 975-6282-36-3
Langue : KurdeFormat : 215x295 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Général

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn

.....
Nisêbîn, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet û xweser e. Nisêbîn bajarekî wisan e ku hê jî, di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi awayeke xwezayî lê tê bikaranîn û ji vî bajarî gelek nivîskarên hêja yên kurdînûser derdikevin. Li ser Nisêbînê cara yekem e ku xebateke wiha tê kirên. Der heqê Nisêbînê de mirov çi bixwaze, dikare di vê pirtûkê de bibîne. Di vê pirtûkê de dîrok, çand, huner, aborî û hwd. taybetmendiyên Nisêbînê tev hene. Di vê berhemê de, hinek navdarên Nisêbînê cih girtine. Lê helbet diyar e ku kesên din ên navdar jî hene. Ji ber ku ji Nisêbîn gelek kesên navdar derketine.

Hezkirina welêt, ji naskirina welêt pêk tê. Mirov welatê xwe çendî baş binase, hezkirina welêt jî, ew çend zêde dibe. Armanca vê berhemê, danasîna welêt e. Pêdivî û hewcedariya me û welatê me bi xebatên wiha hene. Em hêvîdar in ku ev berhem, ji bo xebatên bi vî rengi, bibe mînakeke balkêş.
.....

Şefîk Beyaz

 

Naverok

Pêşek / 13
Pêşgotin / 14

Bihuşta cîhanê
Ji dîroka cîhanê ber bi dîroka Nisêbînê ve / 19
Heyama nivîsê dest pê dike / 22
Bajarekî Arî Nisêbîn / 25
Dema Med û Persan Nisêbîn / 34
Di navbera Rojhilat û Rojava de / 38
Destpêka misilmaniyê / 46
Dema Merwaniyan / 49
Hatina Selçûqiyan / 52
Eyûbî / 53
Di navbera Safewî û Osmaniyan de - dema Mîrekiyan / 57
Di dawiya Osmaniyan de Eyaleta Kurdistanê / 62
Şerê Yekem ê Cîhanê û paşiya wê / 65
Heyam û navên Nisêbînê / 69
Hin polikên ku li Nisêbînê çap bûne / 70
Zerdeştî / 72
Êzîdî / 74
Ji hin şevbuhêrk û civatinan sedsala dawî / 78

Cografya
Nisêbîn (helbesta Ebû Nuwas) / 88
Erdnîgariya Nisêbînê / 89
Serê Avê, Çemê Bûnisra û bendav / 91
Kişwer û flora / 92
Dewlemendiyên bin erdê / 93
Rê / 95
Çalakiyên çandî û civakî / 95
Perwerdehî hîndekarî / 96
Rewşa aborî / 98
Tenduristî / 101
Serxet û Binxet / 102
Qonaxa li ser riyan / 105
Stasyona Nisêbînê, li ser xeta trênê ya Berlîn-Bexdayê / 107
Nifûs / 111
Gundên Nisêbînê / 112

Ji dergûşa şaristaniyê
Mîrasa çandî û dîrokî / 117
Girnewas / 118
Zanîngeha Nisêbînê û Dêra Mar Yaqûb / 122
Zagonên Zanîngeha Nisêbînê / 125
Pêvajoya restorasyonê ya Mar Yaqûb û Zanîngeha Nisêbînê / 125
Newala Bûnisra / 129
Meqamê Selmanê Pak (Selmanê Farisî) / 130
Mizgefta Zeynel Ebdîn / 131
Qişla Nisêbînê / 132
Mizgefta Qişleyê û minara wê / 132
Pênc stûnên di nav mayînan de / 133
Keleha Marînê / 133
Xirbehê Marînê / 133
Keleha Rhabdîûm (Hafemtay) / 134
Keleha Eznawirê / 134
Keleha Haytamê (Dimitrius) / 134
Dêra Mar Bobî / 135
Keşîşxaneya Mar Abraham / 135
Keşîşxaneya Mar Evgîn / 135
Keleha Por Elî / 135
Keleha Sêrwan / 135
Dêr Xezal (Dêra Mar Yuhanna-Dêr Çepkê) / 136
Xirbê Ramanûs / 136
Dêra Mar Aho / 136
Dêra Mar Şemûn / 136
Qesra Belek (Ramanûs - Cambûs) / 136
Keşîşxaneya Mar Melkê / 136
Xerabê Baba / 136
Bezekê  / 136
Xirbê Serêkaniyê û Şabanê / 137
Cihoka şerabê / 137
Xirbê Xetabîn / 137
Tirba Şêxbat / 137
Tirba Pir Kemal / 137
Ziyareta Omer / 137
Ziyareta Noka / 137

Derdora Nisêbînê:
Mêrdîn, Qoser (Qiziltepe), Darê, Midyad, Cizîr / 138

Çand û huner
Çîrokên gelêrî / 145
Metelok – pêkenok / 156
Gotinên pêşiyan / 161
Tiştanok / 168
Zûgotinok / 172
Manî / 173
Çend stran û kilamên herêmê / 176
Berbûkî / 197
Dûrikên ber destaran / 199
Dûrikên di ber dankutanê re / 202
Dûrikên palehiyê / 203
Lorandin / 204
Nivîskar û helbestvanên nisêbînî / 205
Mar Efram / 205
Mûşe Bar Kîfo / 205
Îyavanîs Dara / 205
Îbn Hawqal / 205
Ehmed Namî / 206
Mele Usiv / 206
Mele Mihemed Emînê Heyderî / 207
Mûsa Anter / 207
Bavê Nazê / 208
Hayri Daylan / 208
Şerefxan Cizîrî / 209
Firat Cewerî / 210
Laleş Qaso / 211
Sabah Kara / 211
Bro Omerî / 211
Arjen Arî / 212
Hasan Kaya / 212
M. Alî K. / 213
Silêman Demir / 213
Serkan Birûsk / 213
Medenî Ayhan / 213
Tengezarê Marînî / 213
Gabar Çiyan / 214
Abîdîn Parilti / 215
Kasim Uçkan / 215
Osman Mehmed / 215
Abdurrezak Kiliç / 215
A.Ramazan Turgut / 215
Ji nivîskar û helbestvanê Nisêbînî çend nivîs / 216
Hunermend û dengbêj / 230

Nişêbîna rengîn
Zewac û dawet / 237
Sinet / 241
Şîn / 242
Cejn / 244
Hunerên destan yên gelêrî / 247
Reqsên Herêmî / 248
Deq / 250
Baweriyên bav û kalan / 251
Efsaneyên di barê afirîdeyên nesirûştî de / 253
Çend lîstikên herêmê / 256
Xwarinên herêmê / 266

Hin nivîşên li ser Nişêbînê
Ji pirtûka bi navê 'Li ber Lurioris Philosophi' / 283
Ibn Cubeyr / 283
Ibnî Batûta / 283
Sayfuddîn / 284
Hamdullah Mustavfî / 284
Ibn Hawqal / 284
Al Makdîsî / 284
Katip Çelebi / 284
Şemseddîn Samî / 285
Ali Cevad / 285
Ji Geştnameya F.G.Olivier (1799) / 285
Louis Dilleman / 287
C. Niebuhr / 288
W.A.Wigram / 289
Ji Geştnameya Gertrude Bell / 289
Ji berhema J.S. Buckingham ya bi navê "Travels in Mezopotamia" / 291
Ji berhema "Meqamat" a Harîrî / 291
Ji romana İlhan Selçuk a bi navê "Yuzbaşi Selahattin" / 294
Ji bîranîna Ebubekir Hazim Tepeyran a di berhema "Canli tarihler" de / 294
Bîranînek Hasan Samî Oltulu (1936) / 295
Oltulu qala Marînê dike / 296
Ji "Dîroka Ebû'l Ferec" / 297
Ji "Dîroka Suryaniyên Tirkiyeyê" / 298
Dayê! Çemê Nisêbînê çi çemekî kûr e! (Rohat Alakom) / 300
Nisêbîn û sînorê wê (H. Neşe Özgen, Doç. Dr.) / 301

Ji rabirdûyê çend kêlî
Jêrenot / 331
Çavkanî / 333

PÊSGOTIN

Nisêbîna ku berî bi hezaran salan bûye bajar, bûye paytext û li gorî dema xwe bûye yek ji navendên şaristaniyê; bajarekî pir delal e. Di dîrokê de gelek dest guhertiye, xwedî çandeke dewlemend e û pir mirovên hêja gihandine. Îro her çi qas ji xaka xwe, ji hetava xwe, ji dîroka xwe dûr ketibe jî, xwedî bingeheke xurt e; hêviya ku wê li ber roniya rabirdûya xwe bibiriqîne, dide.

Gava mirov dîroka Nisêbînê bi bîr bine ku parçeyekî girîng e ji çand û dîroka Mezopotamyayê divê mirov van ji bîr neke: Şaristanî û mirovahiya ku li vê "erda bixêr û bêr" şîn hatiye ku Nisêbîn bi xwe jî li ser dilê wê cih digire; Destana Gilgamêşê ku hatiye nav vê erdê, li nemiriyê geriyaye; Zerdeştiya ku li ser van erdan şax daye û rêberiya sê olên mezin kiriye; Baxçeyên hilawistî yên Babîlê ku yek ji nuwazeyên cîhanê ne, ji bo keça vî welatî hatine çêkirin; asûriyên ku bi hezaran mirov kor kirine û bi êrîşan bajar tar û mar kirine; xwedîderketina li cihûyên ku ji aliyê babîliyan ve ji welatê xwe hatine koçberkirin; keybanûyên (prenses) wê yên ku wekî bûk çûne ji hitîtî, asûrî û misriyan re û li wan deran çanda xwe jiyandine; cihokên wê yên ku ava tirî ya ku ji rezên wê yên meşhûr hatî bidestxistin veguhastine Mûsilê; Zanîngeha Nisêbînê ya ku yek ji zanîngehên ewil ên cîhanê ye; Daraya li ber serê wê ku îro jî bermahiyên wê mirov heyranî xwe dihêle; rojên wê yên ku Selahedînê Eyûbî yê cengawerê kurd ezimandiye, ku di dîroka cîhanê de cihekî wî yê rêzdar heye; ji ber ku bi hezaran sal e xaçerê ye mêvanên wê yên ku her bi karwanan ji Îran, Stenbol û Bexdayê hatinê; 40 hezar bax û bostanên wê û serayên wê yên direxşan; nivîs û şiîrên ku qala xweşikiya wê dikin... Ji ber vê yekê me dîroka Nisêbînê bi derdora wê re, bi tevahî girt ber destê xwe û bêyî ku em li sînorên îro bialiqin, me bi berfirehî rahiştê.

Gava me dîroka Nisêbînê (bi kurtayî be jî) da ber xwe, em gelek dûr çûn, lewre serboriya mirovahiyê li ser van erdan dest pê kiribû. Ji bo ku erd û bajarên Mezopotamyayê rabirdûya hemû mirovahiyê û binesaziya yên îro ye, têgihîştina rabirdûya Mezopotamyayê di rastiya xwe de têgihîştina dîroka şaristaniyê ye. Nivîsandina tebeqeyên şaristaniyê yên bajarên weke Nisêbînê, nivîsandina jîr û zanabûna mirovahiyê, serpêhatiya wê ya xanî avakirinê, serboriya wê ya ku bûye serdestê xwezayê, rabirdûya wê ya biefsane ye. Bermahiyên dîroka Mezopotamyayê ku gelek şaristanî di nav xwe de hewandine û mîrasa hevpar a mirovahiyê ye, ku ji kolanan hatine bidestxistin, îro li gelek muzeyên girîng ên cîhanê tên pêşandan, wekî din li cîhanê bi hezaran pirtûk li ser hatine nivîsandin; digel vê, xebatên me bi xwe yên der barê dîrok û çanda me de pir kêm in.

Xebata me ya ku beri bi şeş salan dest pê kir, cara ewil sala 2001'ê bi navê "Tarihin Tanığı Nusaybin" (Nisêbîna Şahidê Dîrokê) bi tirkî hat weşandin û bingeha vê xebata ku heta îro bi awayekî hûr û kûr berdewam kir, pêk ani. Digel ku van salên dawiyê gelek lêkolîn hatine kirin jî, îro gelek mijarên din ên der barê çand û hunera herêmê de hene ku hê jî nayên zanîn û pêwîst e bi awayekî zanistî bên lêkolînkirin. Me bîr bir ku em ê nikaribin çanda me ya ku xezîneyeke pir hêja ye, di beşeke biçûk a vê pirtûkê de bi tevahî vebêjin û me bi kurtî hin mijar vegotin. Û me xwest em çanda Nisêbînê ya ku ew û çanda derdorê di nav hev de ne, bi awayê ku me ji gel berhev kiriye, bidin. Em hemû dizanin ku derfetên me pir kêm in. Di warê nivîskî de çavkaniyên me pir hindik in. Ez hêvîdar im ku dîrok û çanda me ya giranbuha bê parastin û ev gav bibe bingeh ji karên berfirehtir, xurttir û bedewtir ji yên pêşiya me re.



PÊŞEK

Rojek ji rojên zivistanê, Meha Berfanbarê bû. Banûyek, bi coşeke mezin hate hundirê odeya Serokatiya Enstîtuyê. Piştî çend gotinan, dosyayek dirêjî min kir, ji bo ku ez lê binêrim. Min dest avête dosyayê û hêdî hêdî min rûpelên wê veguhastin. Min dît ku ev dosya, bi serê xwe gencîneyeke mezin e.

Belê, ev berhema di destê we de, bi rastî gencîneyeke mezin e. Ji ber ku ev pirtûk, di nêv xwe de gelek tiştinan dihewîne û di vî warî de xebateke yekemîn e. Li gorî zanîn û agahiya me, xebateke wiha, li bakurê welêt ta niha qet nebe bi kurdî nehatiye kirin. Ji ber vê yekê jî, ev xebat gelek girîng e. Di vê xebatê de kedeke hêja û mezin heye. Em dizanin, der heqê hinek bajarên kurdan de xebat hatine kirin û berhem jî derketine. Lê ev xebat, hem bi tirkî hatine nivîsandin û hem jî ne bi giyaneke kurdewerî hatine kirin. Ji ber vê yekê, girîngî û giraniya vê berhema di destê we de, bi ya min gelek mezin e.

Nisêbîn, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet û xweser e. Nisêbîn bajarekî wisan e ku hê jî, di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi awayeke xwezayî lê tê bikaranîn û ji vî bajarî gelek nivîskarên hêja yên kurdînûser derdikevin. Li ser Nisêbînê cara yekem e ku xebateke wiha tê kirên. Der heqê Nisêbînê de mirov çi bixwaze, dikare di vê pirtûkê de bibîne. Di vê pirtûkê de dîrok, çand, huner, aborî û hwd. taybetmendiyên Nisêbînê tev hene. Di vê berhemê de, hinek navdarên Nisêbînê cih girtine. Lê helbet diyar e ku kesên din ên navdar jî hene. Ji ber ku ji Nisêbîn gelek kesên navdar derketine.

Hezkirina welêt, ji naskirina welêt pêk tê. Mirov welatê xwe çendî baş binase, hezkirina welêt jî, ew çend zêde dibe. Armanca vê berhemê, danasîna welêt e. Pêdivî û hewcedariya me û welatê me bi xebatên wiha hene. Em hêvîdar in ku ev berhem, ji bo xebatên bi vî rengi, bibe mînakeke balkêş.

Nivîskara vê berhemê Eslîxan Banû, berê jî, li ser Nisêbînê xebat kiribû û ev xebat hate weşandin. Lê ev xebat, bi ziman tirkî hatibû kirin. Nivîskar, di afirandina vê berhemê de ji xebata xwe ya berê jî, gelek sûd wergirtiye. Ji ber vê yekê, hin beşên vê berhemê, ji tirkî hatin wergerandin. Dibe ku hinek kêmahî çêbûbin. Lê em bi bawer û hêvîdar in ku, hûn dê ji vê pirtûkê gelek hez bikin û jê sûd wergirin.

Ji bo vê xebata hêja em, nivîskara xwe ya delal pîroz dikin û jê re spasdar in.

25.05.2005
Şefik Beyaz
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Eslîxan Yildirim Tanhan

Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 41
Rêzeya lêkolînê: 11
Kaniyek ji Mezopotamyayê: Nisêbîn
Eslîxan Yildirim Tanhan

Desteya şêwirmendiyê
Hasan Kaya,
Zinnar Yildirim
Firat Cewerî,
Zana Farqînî

Redaksiyon
Hasan Kaya,
Zana Farqînî

Wêne
Selmet Guler
Wêneyê Bergê
Deriyên Mar Yaqûb
Wêneyê berga dawî
Wekî deriyê Zanîngeha Nisêbînê tê zanîn

Berg
Saffet Hoşcan
Sêwiran, rûpelsazî
Aysel Kazici,
Davut Ozalp

Copy Right: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Çapxane: Imaj Matbaacılık, Stenbol, Gulan 2005

Zend bilim kültür eğitim basın yayın ltd. şti.
Namık Kemal cad. Gençoğlu iş merkezi no: 19/6
Aksaray - Istanbul
Tlf: (0212) 586 39 73-84
Fax: (0212) 586 39 90

ISBN: 975-6282-36-3


Eslîxan Yildirim Tanhan, di sala 1960'î de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisêbînê xwendiye. Dûra li Erziromê, li Nenehatun Lîseya Mamosteyan a Keçikan sê salan û dîsa di eynî dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedand. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kir. Di warê lêkolînê de xebata wê ya ewil bi navê "Tarihin Tanığı Nusaybin" (Nisêbîna Şahidê Dîrokê) bi tirkî hat çapkirin. Ev berhem jî li ser bingeha wê hatiye amadekirin. Xwedî sê zarokan e. Niha li Nisêbînê dijî.

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues