La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Min bêriya şevên spî kiriye


Auteur : Multimedia
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2005, İstanbul
Préface : Pages : 265
Traduction : ISBN : 975-8637-85-1
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1185Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Min bêriya şevên spî kiriye

Min bêriya şevên spî kiriye

"Keman dinale, keman dilûbîne.
Sazbendê kal ji cîhana dor xwe, ji xerêqê rojê gişkan hilatiye û xwe berdaye nav cîhana awazan.
Ji gurbûna hesîna bedena wî bûye kevan
Bi dil û can lê dixe !
"Ez gelekî dixwazim carekê herim St. Pêtêrsburgê.
"Min bêriya şevên spî kiriye !
"Zanî, çawan te got 'Polonêz' a Agînskî salên xortaniya te tîne bîra te, a min jî piraniya bîranînên min bi şevên spî ra girêdaniye.
"Tiştekî ecêv e, di salekê da ew şev tenê du, sê hevta didomînin, lê baştirîn bîranînên min bi wan şevan ra girêdaniye.
"Xerîbî tîştekî sêr e. Tişt hebûn, wekî li welêt tu caran ne dihatin bîra te, lê li vir bi şev û roj ji bîra te naçin.
"Li vir hebalê min tune ne, kesî derd û kulên min tê bigihîje tune.
"Lêxistina vê kemanê nîn bûya, niha ez ji zû va davanî bibûm. Gava ez kemanê dixim û çavên xwe digrim, min tirê ez dîsan li welêt im.
"... û ez herim.
"Berî şevên spî dest pê bibin, ez ê herim !"


Identité

avesta | EDEBIYAT: 183 | 27
Min Bêriya Şevên Spt Kiriye
Tosinê Resîd

Edîtor: Abdullah Keskin
Dizayna Bergê: Genco Demirer
Foto: Ji fîlma "Vodka-Lemon" a Hinêr Selîm
Tashîh û Mîzanpaj: Avesta
Çapa Yekem: 2005, Stenbol I
Çap: Banş Matbaacilik

© Avesta, 2005
Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin

AVESTA BASIN YAYIN
REKLAM TANITIM MÛZIK DAGlTIM LTD. ŞTl.
Evliya Çelebi Mahallesi
Aybasti Sokak 48/4
BEYOGLU / ISTANBUL
Tel: (0212) 251 44 80
(0212) 243 89 74
Faks: (0212) 243 89 75

Ekinciler Caddesi
Nurlan Apt. Giriş Kati No: 2
OFÎS/DÎYARBAKIR
Tel-Faks: (0412) 222 64 91
ISBN: 975-8637-85-1


TOSINÊ REŞÎD di sala 1941ê de, li gundê Kurekend ji dayîk bûye. Ew gund li Armêniya, li navça êçmîazdîn bû. Runîştvanên gund gîşk kurdên êzdî bû. Ew heta klasa çaremîn li dibistana dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Înstîtûta Yêrêvanê ya Pêdagiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Ûnivêrsîtêta Yêrêvanê û Înstîtûtên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojaname Riya Teze çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpelê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ênsîklopêdiya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane  jî cihê xwe digirtin. Bin bandora şorişa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bî li seranser Yekîtiya Sovyetê. Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, Qazaxistanê, Qirqizstanê. Ji sala 199an ve li Avstraliya dijî.

Berhemên Tosinê Reşîd
-Kilamê Rê (şiîr, 1975)
- Zozan (şiîr, 1984)
-Nivrô (şiîr, 1987)
- Siyabend û Xecê (şano, 1988)
- Şêva bê xew (çîrok, 2000)
- Ji bo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş 2000)
-Min bêriya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)

Hin berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakiyan, P. Sêvak wegerandine zimanê kurdî û çap kirine.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues