Dersên diyanetê û hedîsên cenabî Pêxember
dersen_diyanete_k_bedir_xan.pd

Çîrok

Kamran Bedır-Xan

Hedîsên Cenabê Pêxember

"Rehmet û Silava Xwedê Lê Be"

1) Ji bona her derî mifteyek heye , mifta bihuştê ew e ko mirov ji piçûk û belengazan hez bike û li halê wan bipirse.
2) Heçî malê miletî bêrê dixwin para wan dojeh e.
3) Bawermend divê bi şûr û gotina xwe cihadê bikin û pişta zilm û neheqiyê, derewker û zaliman bişkînînin.
4) Xwedê qenc e, ji qenciyê hez dike; pak e, hejî, paqijan dike; comerd e, ji comerdan hez dike.
5) Di roja piştdawiyê de, piraniya xelkê, ji ber gotinên bêrê û beredayî wê bêne êşandin.
6) Dev û dranên xwe her paqij bigirin.
7) Piştî îmanê tieştê çak ew e ko xelk ji hev û du hez bikin.
8) Hon brayên hev in, arîkariya hev û du bikin, rastiyê bêjine hev û li hev xedarî û bêbextiyê me kin.
9) Yê ko baweriya xwe bi Xwedê û bi axiretê aniye an qenciyê dibêje, an.devê xwe digire 10) Ji gulçîçekên pengava û ji jinên spehî û bêesil xwe biparêze.
11) Ma ji çavtengiyê girantir nexweşî heye?
12) Gotin carina sihrek e û şiir carina hikmetek e.
13) Gava hon dest bi karekî.dikin devê xwe bigirin, xelk ji mirovên ko îşê wan li rê ye dibeicin.