Dr. Kamiran Alî Bedir-Xan

Dersên Şerîetê

Bi navê Yezdanê pak ê dilovan û mihrivan

Ji Xwedê mezintir tu kes nine.

Riknên baweriyê
Riknên baweriyê şeş in : Baweriya bi Xwedê , bi ferişteyên wî, bi pêxemberên wî, bi kitêbên wî, bi roja paşiyê û bi qeda û qederê.

Baweriya bi Xwedê
Baweriya bi Xwedê ev e ko tu bawer biki:
1- Xwedê heye, 2- qedim e ango kevne, 3- baqi ye ango her heye , çûna wî nîne, 4- ne weke tu tiştî ye, 5- bi nefsa xwe qaîm e, ango bi xwe ye, 6- yek e, 7- xwey qudret e, 8- xwey îrade ye, 9- zana ye, 10- sax e, 11- dibihise, 12- dibîne, 13- diaxêve.

Riknên islamê
Riknên islamê pênc in: Kelima şehadetê, nimêj, rojî, zekat û hec.