Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)

Dîrok & agahî


Di 2002yan de, dema destpêka projeyê, jimareyeke girîng a pisporên kompîturê yên minêkar li dora wê civiyan. Mixabin, ev jimare meh bi meh kêm bû. Rewşa îro ya di warê teknolojiya ragihandinê de, beşdariya van minêkaran hemiyan di projeya pirtûkxaneya dîjîtal de hêsan nekir, ji ber ku hin ji wan diviya biçûna ji xwe re li ciyekî din li kar bigeriyana.

Ji bo destpêkê, projeya xwe bi dîjîtalîzekirina berhemên herî girîng ên pirtûkxaneya Enstîtuyê bisînor kir. Lê piştî danûstendineke dûrûdirêj a bi bikarhêneran re berfirehkirina projeyê ji alî maddî ve ji bo 12.000 berhemên bi 25 zimanan û bi hezaran belgeyên pirtûkxaneya Enstîtuya kurdî ya Parîsê minasib hate dîtin. Proje bi vî awayî hate nûjen kirin û cîbicîkirina wê jî li ser sê salan hate plan kirin.

Tevî astengên teknîkî û kêmbûna jimara minêkaran, di 2002yan de, xebateke girîng di warê projeya pirtûkxaneya dîjîtal de hate kirin.

Bingeha doneyan a Pirtûkxaneya Dîjîtal weke MySql hatiye pêk anîn. Avakirina vî bingehî qediyaye û êdî ew dikare berhemên yeknivîsî (monografîk) qebûl bike.

Karê girîng ê dîjîtalîzekirinê pêk hatiye: hemî bultenên mehane yên agahdariyê ku ji tîrmeha 1983yan heta çiriya pêşîn a 2010an hatine belavkirin ji alî Enstîtuya Kurdî ve hatine dîjîtalîzekirin jî. Heta niha jimara van bultenan 300 derbas kiriye, ku bi giştî li dor 50.000 rûpelî ne.


Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar