The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Journals Journals

Bîr, hejmar 1


Editor : Bîr Date & Place : 2005, Diyarbakır
Preface : Pages : 228
Traduction : Zeri İnançISBN :
Language : Kurdish, TurkishFormat : 160x235 mm
FIKP's Code : Rev. Ku. Tr. 1393Theme : General

Bîr, hejmar 1
Versions

Bîr, hejmar 1 [Kurdî, Diyarbakır, 2005]

Bîr, hejmar 3 [Kurdî, Diyarbakır, 2005]

Bîr, hejmar 4 [Kurdî, Diyarbakır, 2005]

Bîr, hejmar 5 [Kurdî, Diyarbakir, 2006]

Bîr, hejmar 6 [Kurdî, Diyarbakır, 2007]


Turgut Ersoy

Bîr, hejmar 1

Bîr

Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ku guherîn hebe, bêşik statüko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.

Di pêvajoya guherînê de bidestxistin û dîyarkirina ...

Naverok - İçindekiler

Çend pirsgirêkên Kurdolojiyêq, Salih Akın (Üniversite de Rouen - CNRS) / 9
Türkoloji Varsa Kurdoloji de Vardır, Kürdoloji; Kürtlerle İlgili Bütün Bilimleri Kapsar, Martin Van Bruinessen / 15
Kurdolojîji du Peyvan Pêk Hatiye; "Kurd" û "Zanîn", Prof Dr. Celîlê Celîl / 21
Şoreşa Qoçgiriyê, Ismail Heqî Şaweys / 27
Sömürge Yönetimi Altındaki Suriye'de Kürtler ve Kürt Milliyetçiliği: Siyaset, Kültür ve Kimlik, Doğu ve Afrika Araştırmaları Okulu, Londra Üniversitesi: Nelida Fuccaro / 44
Mêjûya Hikumdarîya Şêx Mehmûdê Hefîd, Mela Xalid Ezîzî Motkî / 63
Bangî Kürdistan: 1922-1926 (Silêmanî), Dr. Cemal Xeznedar /68
Rojî Kürdistan: (1922-1923 /Silêmanî), Dr. Cemal Xeznedar / 92
Bangî Heq: Yekemîn Rojnameya Şoreşa Kurdistanê, Dr. Kemal Fuad / 110
Umîdî îstîqlal: Weşana Agadarî ya Sêyem, Hikumeta Kurdistana Cenûb, Sidîq Salih / 125
Zarê Kurmancî: (25/5/1926-23/7/1932 - Yekemîn Kovara Kurdî ya Bajarê Rewandizê), Dr. Kürdistan Murkrîyanî / 153
Lavij: Mar Basellîos Şimûn, Dr. Felat Dilgeş / 171
Silîva: Bajarê ku Heft Car Xerab û Heft Carî Ava Bûye, Rohat Alakom / 179
Eliyê Teremaxî û Dîtinên wî yên li ser Rêçikên Rêzimana Kurdî li gor Pirtûka wî ya bi Navê "Destûra Zimanê Erebî bi Kurdî Digel Hinde Nimûneyêd Farisî û Kurdî", Mamoste Qedrî / 192
Bavê Helbesta Gelêrî û Ferxên wê, Remezan Alan / 199
Irak Kürdistanı Bölgesinde Araplaştırma Plânlarının Siyasi Boyutları, Prof. Dr. Xelîl Îsmaîl Muhammed, Prof. Dr. Sa'dî el-Berzencî, Dr. Huseyin Tewfîk Feyzûllah / 205
Gotarên Konferansa Edebiyata Rojhilata Navîn û Pirçandiyê, Roşan Lezgîn / 222

DESTPÊK

Wek usûleke adetî em jî dixwazin bi bersivdayîna pirsa "Çima kovarek nû û çima BÎR?" dest pê bikin û sedemê derçûn, armanc û rêbaza xebata xwe dîyar bikin. Bêguman wek hebûneke civakî û dîrokî, li hember komelga û mirovatiyê berpirsyarî û wezîfeya me heye. îro berpirsyarî û wezîfeya me çi ye? Dema em her yek armanc û daxwazên dilê xwe bi rewş û şertên heyî ra raberî hev bikin, wezîfeya me jî dîyar dibe. Ji destpêka dîroka mirovatiyê vir ve, armanca guhartina rewş û şertên heyî, yan jî çalekîya biarmanc bûye bingeh û dînamîka guhartinê. Ciyê ku guherîn hebe, bêşik statüko jî heye. Em çi qas bixwazin guhartinê pêk bînin, yên din jî ew qas dixwazin rewşa heyî biparêzin û bidomînin. Di encamê de li navbera me û yên din de têkoşîn û dînamîzmeke berdewam peyda dibe.

Di pêvajoya guherînê de bidestxistin û dîyarkirina zanîna rast û durist, ji bo guhartina rewşa heyî pêdivîyeke bingehî ye. Armanca derxistina kovara BIRê jî bi taybetî di derbarê komelga, dîrok, çand û zimanê kurdî de bi giştî jî di derbarê pirrengîtî û cudahiya çandên herêma Mezopotamya û Rojhelata Navîn de bidestxistin û derxistina belge û zanîna rast û durist e.

îro coğrafyaya ku em li ser dijîn navendek herî kevnare ya ji navendên şarezayîya mirovayetiyê ye. Eger perava Nîlê yek ji wan cîyan be, cîyê din jî Dîcle û Firat e. Çavkaniya herî kevnare, çavkaniyên arkeoloji ne. Her wekî tête zanîn, Kürdistan warê herî kevnare yê çandinî ye, li ser vê axê gelek milet, medeniyet û dewlet pêk hatine, di pêvajoya dîrokê de jiyane û sopa wan hemûyan jî di nav kurdan de heye. Di vê çarçovê de, beşik di mîrasa şarezayiya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de cî û para kurdan ji yê miletên din zêdetir nebe, ne kêmtir e. Bi giştî di pêkhatin û pêşketina çand û şarezayiya mirovayetiyê û bi taybetî jî ya Mezopotamyayê de cî û rola kurd û Kurdistanê girîng e. Kedîkirina heywanên kovî, destpêkirina çandinî û hilberîna zad, çêkirina berhemên tevnî û madenî, karûbarê mîmarî û bajarvanî li ser vê xakê rû daye.

Kovara BÎRê, dixwaze bi lêgerîn û lêkolînên li ser ziman, dîrok û çanda kurdî xwerûtî û alîyên ciyawaz ên çand û dîroka kurd derxîne holê û rastiya wan a dîrokî û civakî pêşkêşî xwendavanan bike. Di vê derbarê de hiş û bîra we ya dîrokî-civakî teze bike, rastiya dîroka civaka kurd û berhemên çanda wê bi ber çavan raxîne û ji alîyên erînî û neyînî, ronî û tarî ve, bi bîra we bîne. Û digel wê jî dê bersiva wan kesên mejîşêlûker bide ku bi navê "zanistiyetî" û "pêşverûyî", li miqabilê hemû hovîtî û bêperwayiya dagirkeran, tevgera netewî û civakî ya kurd bi "kevneşopî" û "neteweperestî (?)" tawanbar dikin. Di vê çarçovê de rêbaz û rêgezên me yên bingehîn ev in:

* Dîroka mirovayetîyê, dîroka hilberîna çandê ye. Çand (kultur), di pêvajoya dîrokî û jîyana civakî de hilberîna hemû nirxên maddî û manewî ye.

* Ji ber sedemên dîyar, dewlet û unsurên dewletên herêmî, naxwazin hebûn û tesîra kurdan di pêkhatina mîrasa şarezayî ya Mezopotamya û Rojhelata Navîn de qebûl bikin.

* Hebûna çandên cüda, dewlemendîya dîrokî ya mirovayetî ye. Di herêma em lê dijîn de parastina pirrçandîtî û pirrrengîtiya çandî, wezîfeya me ya mirovperwerîyê ye. Di vê çarçovê de lêgerîn û lêkolînên li ser çand û dîroka kurd, dîyarkirina têkilî û li hev tesîrkirina çanda kurd û milletên din (ereb, faris, tirk, sûryanî, keldanî, ermen, cihû û wd.), yekji armanca kovara me ye. Lewra, ji mêj ve heta îro çandên cüda hene, lêbelê çandeke yekreng û homojen a li ser yên din de nîn e. Her weha çanda kurd jî ne di ser yê milletin din de ye û ne jî ji ya wan paşvetir û kêmtir e.

* Bêguman di pêvajoya dîroka milletan de serkevtin û têkçûn, wendakirin û îxanet, kêfxweşî û xemgînî, başî û xerabî, rastî û çewtî jî hene. Ronîkirina sebeb û encamên van bûyeran, ji nû ve lêkolîn, honandin û şirovekirina wan yekji armancên kovara me ye.

* Armanca lêkolîna me ya li ser ziman, dîrok û çanda kurdî ev e, ku kurd wek subjektekî dîrokî bigîje bîrewerîya hebûna xwe ya civakî û netewî. Bêşik daxwazên netewî ne tenê bidestxistina mafê kulturî (çandî) ye, di heman demî de/her weha rêgezek mafê sîyasî ye.

* Li ser ziman (hemû lehçe û devokan), dîrok, wêje (edebiyat) û çanda kurdî pêkanîna lêkolîn-lêgerîn û weşandina cûr bi cûr nivîsar û belgeyên di derheqa vê babetê de, armanca bingehîn ya derçûna kovara BÎR e. Bi taybetî jî xebatên li ser zimanê kurdî. Lewra ziman, şiklê hebûna netewî ye û binyata bi xivehesîn û cûdahîya ji yê dî derdixe holê û dîyar dike.

* Her netewe ruh û milkîyeteke hevpar peyda dike, ev ruh, xwe disipêre du bingehan, yek jê rabirdu yanî mîrasa bîranînên navxwe ye, yê dî jî dilxwazîya bihevrabûna îroyîn e. Wek berhemê ruhê hevpar berhevdan û ji nû ve honandina çîrok, kilam, lavij, heyranok, metelok, serborî û wd. yekji armanca lêkolînên me ye. Milkîyeta hevpar jî xak e, di mîrasa netewî de xak, çavkaniya objekt û berhemên çandî ye.

* Nirx (helseng) û berhemên çanda kurd, di nav pêvajoya dîrokî de li encama faalîyeta biarmanc a gelê kurd peyda bûne. Berhevkirin û ji nû ve honandin û şirovekirina nirxên çandî, bingeha xebata me ye.

.....


Turgut Ersoy
Seîd Veroj
Salih Akın
Martin Van Bruinessen
Celîlê Celîl
Îsmaîl Heqî Șaweys
Nelida Fuccaro
Xalid Ezîzî Motkî
Cemal Xeznedar
Kemal Fuad
Sidîq Salih
Kurdistan Mukriyanî
Felat Dilgeș
Rohat Alakom
Mamoste Qedrî
Remezan Alan
Xelîl İsmaîl Mûhammed
Sa'dî el-Berzencî
Huseyin Tewfîq Feyzûllah
Roșan Lezgîn

Bîr, hejmar 1

Bîr


Bîr reklamcılık - yayıncılık
Bîr, kovara lêkolîn û lêgerînê
Araștirma - inceleme dergisi
Hejmar - sayı: 1, bihar 2005

Şertên abonetîyê
Bo nêva welat salek 30 YTL
Bo derveyê welat salek 100 $

Çapxane/Matbaa:
Barıș Matbaa Mücellit
Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi
C. Blok No: 274, 275, 276
Topkapı / İstanbul

Tel:(0212) 6748528-29

Cîyê Rêvebirinê/Yönetim Yeri:
İnönü caddesi Magül İş Merkezi
No: 49
Dağkapı / Diyarbakır

Tel: (0412) 2287828

Berpirsyariya her nivîsê ya nivîskar bixwe ye.
Mesuliyetiya her nûşteyî ê nuştoxî bixo ya

Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin
Üç Ayda Bir Yayımlanır

Bûha:7YTL

Bîr reklamcılık - yayıncılık
Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü:
Turgut ERSOY

Redakte:
Roşan LEZGÎN
Remezan ALAN
Seîd VEROJ

Tîprêzî-Mîzampaj: BÎR

e-mail: kovarabir@yahoo.com
kovarabir@hotmail.com



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals