Kovara BÎR, ji bo tayînkirina rojeveke acîl a li ser rewşa zimanê kurdî, bi dosyayeke dewlemend û nivîsên balkêş ên li ser ziman û edebiyata kurdî amade bû. Bêguman bi her aliyî ve lêkolanîn û zelalkirina wisa mijarên pirralî û kûr, di nav rûpelên hejmareke kovarê de ne mimkun e. Lêbelê dîsa jî hûn dê li ser vê mijarê gelek şiroveyên girîng û xalên balkêş bixwînin.
Zimanê kurdî di pêvajoya dîrokî de bi çend alfabeyên cüda hatiye nivîsîn û ev yek niha li pê§ netewayetiya kurdan muşkuleyeke şênber e. Bêguman hemû berhemên kurdî yên ku bi alfabeyên cüda hatine nivisîn dewlemendiya kelepora ziman û ...
Naverok - İçindekiler
Tehlike Altındaki Dilsel ve Kültürel Çeşitlilik ve Tehlike Altındaki Biyoçeşitlilik-Çeşitliliğin Korunmasında Dilsel İnsan Hakları Eğitiminin Rolü, Dr. Tove Skutnabb-Kangas / 7 Eğitimde Dilsel İnsan Hakları ve Türkiye - Uluslararası Bazı Karşılaştırmalar, Tove Skutnabb-Kangas, dr. phil. / 38 Ana Dil, Eyyup Eser Karayel / 63 Zimanê Kurdî, Dr. Maruf Xeznedar / 76 Kürt Edebiyatının Ortaya Çıkıșı Şiirle Olmuştur, Prof Izedîn Mustafa Resul / 81 Encamên Celebîniyekê, Remezan Alan / 85 Elfabeya Xelîl Xeyalî, Mamoste Qedrî / 92 Rûpelekji Dengnasiya Dîrokî ya Zimanê Kurdî/ 108 Divê Kurdî Wek Zimanê Fermî Bête Qebûlkirin û ji Dibistana Seretayî Bigre Heta Unîversîteyê Bibe Zimanê Perwerdeyiyê, Seîd Veroj / 112 Bir Dili Savunmak, Hüseyn Zorava / 122 Careke Din Edebiyata Netewî, Remezan Alan / 128 Hizra Bergirî di Hozana(Helbesta) Tîrêj da, Dr. Ebdüllah Yasîn Amîdî / 133 Tercume û Averşiyayîşê Ziwanî de Rolê Tercumeyî, Roşan Lezgîn / 147 Pira di Navbeyna Ziman û Çandên Cihê de: Wergera Wêjeyî, Husên Düzen / 152 Kur'an ve Sünnet Işığında Irklar ve Diller Mozaiği, Mamoste Qedrî / 157 Di Medreseyên Kurd de Jiyan û Hînkarî, Fehîm Işık / 159 Jin û Ziman, Le Raman û Dahênanî Kurdî da, Mehabad Qeredaxî / 265 Ziman-Çand-Dîrok-Welat: Netewe/Netewetî û Zimanê Kurdî, İbrahim Guçlu / 173 Radyoya Kurdî Li Yerîvanê û Bingehdanîna Wê, Prof. Celîlê Celîl / 183 Ez Dizanim Hüner Çawa Dibe Rengek ji Xwînê, Malva / 196 Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve Alikê Batê Olayı-2, Nezîrê Cibo / 218 Wergirtinên Bê Nîşandayîna Çavkanî, Ferhad Yeşîl / 226 Ferhenga Jîn, Roşan Lezgîn /235 Pêkhatiyên Kovara Vate, Dr. Zorab Aloian / 240 Serrastkirina Hinek Xeletiyên Hejmara (2.) ya Kovara Bîr, Redaksiyon / 245
DI ŞUNA PÊŞGOTINÊ DE
Kovara BÎR, ji bo tayînkirina rojeveke acîl a li ser rewşa zimanê kurdî, bi dosyayeke dewlemend û nivîsên balkêş ên li ser ziman û edebiyata kurdî amade bû. Bêguman bi her aliyî ve lêkolanîn û zelalkirina wisa mijarên pirralî û kûr, di nav rûpelên hejmareke kovarê de ne mimkun e. Lêbelê dîsa jî hûn dê li ser vê mijarê gelek şiroveyên girîng û xalên balkêş bixwînin.
Zimanê kurdî di pêvajoya dîrokî de bi çend alfabeyên cüda hatiye nivîsîn û ev yek niha li pê§ netewayetiya kurdan muşkuleyeke şênber e. Bêguman hemû berhemên kurdî yên ku bi alfabeyên cüda hatine nivisîn dewlemendiya kelepora ziman û çanda kurdî ne. Redkirina vê mîrasa sedsalan ne tiştekî aqilane ye. Lêbelê berdewamkirina karanîna alfabeyên cüda jî qutbûnekê di navbera xwendevanan û pê re jî di navbera gelê kurd de peyda dike. Mînak: Bi giştî em kürden Kurdistana Bakur nikarin ji berhemên alfabeya erebî ya ku li Kurdistana Başûr û Rojhelatê tê karanın îstifade bikin û her wisa, ew jî nikarin j i yên me îstîfade bikin. Ji ber vê yekê, xebat û hewlên yekîtiya alfabeya kurdî li ser kurdan êdî ferz e. Bêguman, ne ji ber rehetiya kürden bakur, lêbelê bi giştî zimannasên biyanî û xomalî, Alfabeya Latînîji bo zimanê kurdî alfabeya herî kêrhatî û hêsan dibînin. Bi ya me jî alfabeya Celadet Bedirxan ji bo nivîsandina hemû diyalektên kurdî qîm dike. Mînak, kürden kirmanc (zaza) jî, bi kurdiya kirmanckî (zazakî) dipeyivin û dinivîsin, tu kêmasî di alfabeya latînî ya Celadet Bedirxan de nîn e ku pê diyalekta kirmanckî neyête nivîsandin û her wiha, ji ceribandinên me derketiyê holê ku yekbûna alfabeye, diyalektan jî nêzîkî hev dike. Dîsa ji zanîna me ya her du alfabeyan (Latînî û Erebî) jî baş tê îspatkirin ku kurdiya soranî jî dikare bi latînî xweştir ji karanîna alfabeya erebî bête nivîsandin û xwendinê.
Pirraniya zimanên zindî yên dinê jî, ji gelek diyalekt û devokên cûrbicûr pêk tên. Pirrî caran axiftvanên van diyalekt û devokan bi zehmetî ji hev û din têdigjhên, yan jî tênagihên. Ji ber vê yekê, ji bo silametiya paşerojên netewa xwe pêdivî bi zimanekî standard û hevpar dibînin.
Li vê derê, ji bo me jî pirsa "kîjan diyalekt dê bibe bingeha zimanê hevpar?" dertê holê. Di derbarê bersivandina pirsa "kîjan zarave dê bibe bingeha zimanê hevpar?" de, du xalên girîng hene: 'Ya yekemîn, rêvebiriya siyasî ya wê herêmê; ya duyemîn jî îtibara kulturî ya wê diyalekte ye." Li gor me, ku ev ne mimkun bin, hingê dê hêza rewşenbîrî-entelektuelî ya neteweyî rola vê yekê bigre ser xwe! Wê demê divêt desthilatên siyasî guh bidin hêza rewşenbîrî ya kurd.
Divê em li hemû diyalektên xwe xwedî derbikevin. Ne ku diyalektek, divê tu peyvek an jî versiyona peyvekê ya ji zimanê me winda nebe. Ger hebe, windabûna kurdiya goranî (Hewremanî) ya li jêr fışara kurdiya soranî, windabûnek ji aliyekî giyanê netewa kurd e. Lewre, ger em rabin desthilatiya diyalektekê li ser diyalektên din îlan bikin an jî bi wê fehmê tevbigerin, helbet ev dê nebe karekî aqilane. Hingê li pêş me, di heyama îroyîn de karê ku em niha dikarin bikin ev in: l.Yekkirina alfabeye, 2. Standardîzekirina formên peyvan bi awayê ku diyalekt nêzîkî hev bibin û her wiha, wek belgeyeke esasî, 3. Amadekirina ferhengeke giştî...
Ji bo yekkirina alfabeye, çareseriya rastnivîsîn û formên peyvan û çareserkirına problemên din ên zimanê kurdî divêt "Kongreya Zimanê Kurdî" were lidarxistin û di encamê de saziyeke domdar bête damezirandin. Di vê saziyê de zimanzan û kurdologên ku ji hemû diyalektên kurdî hatine hilbijartin divê tê de bixebitin.
Di nav sînorên Tirkiyê de kêmtirîn panzdeh (15) mîlyon kurd hene û ji beriya hatina tirkan, ew li ser vê cografyayê dijîn û xwediyên esasî yên vê axê ne. Lê mixabin, îro li ser axa wan mafê wan ê xwerêvebirinê tüne, li ser navê xwe ne xwedî desthilateke siyasî ne û her wiha mafê wan ê kulturî û zimanî jî nîn e!
Bi zimanê serdest perwerdekirina zarokên kurd, siyana (karîna) têgihîştin û serketina wan dadbdne; pêşî li wan dide xetimandin...
Di vê rewşa hanê de zimanê perweredeyî yê serdest şuna zimanê wan ê zikmakî digre û zimanê wan ê zikmakî dimirîne. Ev jî, li gor tarîfên peymanên navnetewî jenosîd e, nijadkujî ye.
Bêguman îro meseleya zimanê kurdî, heman demê meseleyeke siyasî ye. Bivê-nevê dema mafê kulturî û zimanî bêne gengeşîkirin, rasterast siyasetjî dikeve nav. Ji ber vê yekê, em ji bo çareseriya mafê zimên bo îdareya Tirkiyê pêşniyarên lijêr dikin:
a. Divê peyvên "lehçe û devokên herêmî" ji "Biryamameya Karanîna Lehçe û Devokên Herêmî" bête derxistin û her ziman bi navê xwe di qanûnê de bête nivîsandin.
b. Divê zimanê kurdî li Tirkiyê wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûl kirin û ji dibistana seretayî bigre heta unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyê.
c. Divê zimanê kurdî di hemû saziyên fermî û teknîkî de bête karanîn.
d. Divê zimanê perwerdeyê, ne li gor pirraniya hejmara xwendevanan, li gor pirraniya hejmara rûniştvanên (akincihên) wê herêmê bête diyarkirin. Ji bo kürden rûniştvanên li rojavaya Tirkiyê jî, li gor hejmara xwendevanên kurd, dibistanan jî li dibistanê dersxaneyên taybet bêne vekirin.
Digel vana, dîsa jî bi tenê geşkirina zimanê me tu car divêt li dewletên serdest neyête sipartin! Zindîkirin û pêşxistina zimanê me bi xwestin û helwesta me ve girêdayî ye; divêt her kes; ferd, malbat, komik, komel, rêxistin, partî, medya; tevayî dezgeh û sazîyên kurd rewşa zimanê kurdî munaqeşe bikin û bi hemû siyana xwe zimanê xwe di her warê jiyanê de kar bînin. Pirsa zimên divê di ser hemû meseleyan de bête dîtin û her wiha divê êdî baş bête zanîn, ew siyaseta ku li ser navê kurdan bi zimanê desthilatên dagirker tê kirin, ji bilî asîmîlekirin û nîjadkujiya kurdan, bi kêrî tu tiştekî nehatiye û dê tu car nayê jî!...
Bi hêviya rojên xweştir û hejmareke dewlemendtir.
Bîr
Turgut Ersoy Seîd Veroj Tove Skutnabb-Kangas Eyyup Eser Karayel Maruf Xeznedar Izedîn Mustafa Resul Remezan Alan Mamoste Qedrî Michael L. Chyet Huseyn Zorava Ebdullah Yasîn Amîdî Roşan Lezgîn Husên Düzen Fehîm Işık Mehabad Qeredaxî İbrahim Guçlu Celîlê Celîl Malva Nezîrê Cibo Ferhad Yeşîl Zorab Aloian
Bîr, hejmar 3
Bîr
Bîr reklamcılık - yayıncılık Bîr, kovara lêkolîn û lêgerînê Araștirma - inceleme dergisi
Ji Sê Mehan Carekê Tête Weşandin Üç Ayda Bir Yayımlanır 17ê Çiriya Pêşîn 2005
Bûha:7YTL
Bîr reklamcılık - yayıncılık Sahibi ve Sorumlu Yazıişleri Müdürü: Turgut Ersoy
Redakte: Roşan Lezgîn Seîd Veroj
Tîprêzî-Mîzampaj: Bîr
e-mail: kovarabir@yahoo.com kovarabir@hotmail.com
Şertên abonetîyê Bo nêva welat salek 30 YTL Bo derveyê welat salek 100 $
Çapxane / Matbaa: Barıș Matbaa Mücellit Davutpaşa cad. Güven Sanayi Sitesi C. Blok No: 274, 275, 276 Topkapı / İstanbul
Tel:(0212) 6748528-29
Cîyê Rêvebirinê/Yönetim Yeri: İnönü caddesi Magül İş Merkezi No: 49 Dağkapı / Diyarbakır
Tel: (0412) 2287828
Berpirsyariya her nivîsê ya nivîskar bixwe ye. Mesuliyetiya her nûşteyî ê nuştoxî bixo ya