VersionsFolklora Kurdan, n°7 [Kurdî, Diyarbekir, 2016]
Folklora Kurdan, n°6 [Kurdî, Diyarbekir, 2016]
Folklora Kurdan, n°6
Gultan Kışanak
Șaredariya bajarê mezin a Amedê
Mît û efsane xwedî bandoreke mezin û girîng in li ser gelên cîhanê û gelê Kurd. Di nav folklor, çand, bawerî, ol û civaka Kurdan de nîşan û şopên mît û efsaneyan, mirov dikare bi hêsanî bibîne. Bawerîyeke Kurdan heye ku çi Misilman be, çi bawermendê oleke din be, li her dera kurdistanêmirov rastî şopên vê bawerîyê tê. Di civaka Kurdan de heke mirovek avê bi ser êgir debirijîne her dibêje; "bîsmîla, bîsmîla, bîsmîla.. " gotina "bîsmîla" bi Erebî ye û gotineke pîroz a ola Îslamê ye. Herwiha di bawerîyaÎslamê de agir ne pîroz e û tu rêzikeke wisa tune ye ku Misilman wisa tev bigerin. Çavkanîû koka vê mînaka berçav û belavbûyî ... Naverok
3 / Ji edîtoriyê
4 / Mît û Efsane, Ridwan Dîzman 12 / Gotinên Ser Mehan, M. Emîn Hezer 13 / Di Zurekerî, Kundire û Lên, Ugur Sermîyan 14 / Pisîk û Gavan, Weysî Arcagok 16 / Tenûr, Erdogan Uçar 20 / Fatima Îsa, Zeynep Yaş 24 / Dewrêşê Şêx 'Evdî, Seîdê Ûsiv 39 / Tay Zewtî Hêni ra, Weysî Arcagok 40 / Mîqo, Mahpûs Serhedî 47 / Werdene, Surya Hûman 48 / Dawetên Herêma Mûşê, Ozan Aktekîn 52 / Paşa û Dizd, A.Hamit Şalo 55 / Sersal, Bîra Me ya Hîn Neçikyayî, Eşref Keydanî 64 / Gulê Dêran, Fadil Botan, 68 / lslahkirina Gurê Hov, Sidîq Gorîcan 69 / Serhildana Xanê Kelmişî, Şoreş Reşî 72 / Mebêje Heywan e, bê Zar û Ziman e, Bahoz Baran 74 / Heso û Besa, Yasemîn Elban 77 / Hin Dua Ji Meşketankê, Mem Artemêt 78 / Rovî û Pîrê, Asmîn Ûyanik 81 / Çîrokên Navlêkan 5, Mem Mukrîyanî 89 / Sê Qewlêrk, Enes Meçîn 90 / Sê Lîstik, Nuredîn Vural 92 / Rovî, Bet û Ker, Wîldan Sevîm 93 / Sêva Mêxekrêj, Beroj Mukrîyanî 96 / Terzî, Marangoz û Mele, Onder Demiraslan 98 / Newala Çorî, Ozlem Ekînbaş 101 / Kilama Osê Husên Axa û Bedewê, Mahmut Yucedag
104 / Bersivdank
JI EDÎTORIYÊ
Dostno
Bi xêr û xweşî be, emrê me bihareke din jî dît. Me navê, em bi gotinên dûr.û dirêj serê we ezîzan biêşînin. Jixwe pêşiyan ji me paşiyan re tiştek nehiştiye. Karê me ew bû em li ser soza xwe bimînin û kovarawe derînin çiku em li ser şopa wan pêşiyan in. Wan gotiye; heywan bi bend, meriv bi qisê tên girêdan. Em jî li ser qisa/soza xwe man. Bila îcar hindik û rindik be. Ji ber qehr û qotikên dinyayê, di dilê me de cî ji gotinê re nemaye. Em ê guhê xwe bidin gel û xatir ji we bixwazin bi vê sêxiştiya Xoresanê.
Dilê minê têr û tiji Natê ewran degurmiji Hêstir tune ew biriji
Mît û efsane
Ridvan DîzmanPeyva mît ji zimanê Grekî ye, awayê wê yê resen "mîtos" e, û tê wateya "gotin-galegal"ê. Ji hêla Heredot ve ev peyv wekî têgeh hatîye bikaranîn û wisa hatîye pênasekirin: "Gotinên ji hêla dîr.okê ve, bênirx û biguman". Platon jî gotîye: "Mît; çîrokên derew, nerast, vala û qerfî ne" Destpêk Mît û efsane xwedî bandoreke mezin û girîng in li ser gelên cîhanê û gelê Kurd. Di nav folklor, çand, bawerî, ol û civaka Kurdan de nîşan û şopên mît û efsaneyan, mirov dikare bi hêsanî bibîne. Bawerîyeke Kurdan heye ku çi Misilman be, çi bawermendê oleke din be, li her dera kurdistanêmirov rastî şopên vê bawerîyê tê. Di civaka Kurdan de heke mirovek avê bi ser êgir debirijîne her dibêje; "bîsmîla, bîsmîla, bîsmîla.. " gotina "bîsmîla" bi Erebî ye û gotineke pîroz a ola Îslamê ye. Herwiha di bawerîyaÎslamê de agir ne pîroz e û tu rêzikeke wisa tune ye ku Misilman wisa tev bigerin. Çavkanîû koka vê mînaka berçav û belavbûyî digihîje mîtên Arî. Ji van mîtên qedîm.. ên Kurdan berîya van an piştî van ol, efsane, tore, ravêj û rêgezên civaka gelê Arî û herwiha di bin banê gelê Arî de yên gelê Kurd çêbûne. Mît di netewebûna gelan de xwedî rol û peywirên girîng in, efsane jî ji vê yekê feyzê digire û ligor van taybetîyan, kesayet û karaktera gelan dîyar dibe. Em ê di vê gotarê de qala mît û efsaneyan bikin. Xebatên derbarê vê cure û zanistê de parve bikin. Têkilîyawan û folklorê bikolin û fikrên zanyaran bidin ber hev û nîqaş bikin. Mînakên mît û efsaneyên Kurdan di nav dabeşkirina mîtan de bi cî bikin û pênaseyên wan li gor agahî û nîqaşan çêkin. Ji ber tevîhevîyan em ê mît û efsaneyê bidin ber hev û li têkilîya wan bikolin. Em dema vê gotarê amade bikin, wekî çavkanîberê xwe bidin çavkanîyênderheqê civaka Êzîdî, Yaresan, Zerduştî û hwd de hatine nivîsîn.Ji xebat û pirtûkên derheqê van civakan de hatine ... Gultan Kışanak
Folklora Kurdan, n°6
Șaredariya bajarê mezin a Amedê
Șaredariya bajarê mezin a Amedê Kurdî-Der Navend Folklora Kurdan Kovara Folklorê ya Sê Mehane Sal: 2, Hejmar: 6, Nîsan - Gulan - Hezîran, 2016 Li ser navê Şaredariya Mezin a Amedê xwedî: Gultan Kışanak
Edîtor: Esref Keydanî Ranya Bewran
Redaksiyon: Ridwan Dîzman
Berpirsa Nivîsan: Zeyneb Yaș
Desteya Weşanê: Mahpûs Serhedî Șemsa Îlbaș Weysî Arcagok Asmîn ÛyanikES Mem Mukrîyanî Jêhat Rojhilat
Wêneyê Bergê: Îskan Altın
Wêne: Dîha Ferhat Aslan Îskan Altın
Xêz: Yusuf Alkan Kawa (Ergin Kaya)
Grafîk Sêwirandin Naturel Medya Reklam www.naturelbasin com 04122516198
Têkilî: Huzurevleri Mah. Doktor Sıtkı Göral Cad. 13. Sok No: 4-1 Kayapınar - Diyarbakır Tel: 0530 301 11 53
Web: folklorakurdan @gmail.com f: kovara folklora kurdan t: kovarafolklora kurdan
Her nivîskar ji nivîsa xwe berpirsiyar e.
Çap: Gün Matbaacılık Beşyol mah. Akasya sok. no: 23/A Küçükçekmece - İstanbul Tel: 0212 580 63 81 |