La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurdan, n°7


Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2016, Diyarbekir
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 215x270 mm
Code FIKP : Liv. Kr. Kis. Fol. (7) N°Thème : Littérature

Folklora Kurdan, n°7
Versions

Folklora Kurdan, n°7 [Kurdî, Diyarbekir, 2016]

Folklora Kurdan, n°6 [Kurdî, Diyarbekir, 2016]


Folklora Kurdan, n°7

Gultan Kışanak

Șaredariya bajarê mezin a Amedê

Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan ...


Naverok

3 / Ji Edîtoriyê
4 / Di Zargotina Kurdan de Gotinên Pêşiyan û Biwêj, Jêhat Rojhilat
13 / Çiklikçadir, Riduan Tay
14 / Kulturê Ma ra Tay Numûneyê Mîtolojîkî, Sedef Kandemir
16 / Eliyê Pîrê, Jana Dila
24 / Elîyo Kor, Mehmet Topal
25 / Çîrokên Çêbûna Sewalan, Mustafa Gazî
28 / Navê Pez û Dewarên Kedî û Alav û Amûrên Wan, Şêxmûs Aslan
32 / Hîkayeya Şuware, Ugur Sermiyan
34 / Çend Xwarinên Mûşê , Ozan Aktekin
40 / Çend Dûrikên Kurdîji Derdora Gimgimê, Cîhan Roj

44 / Dirûkê Maya Ehmedî, Zehra Gultekîn
46 / Elî Tico, Zeynep Yaş
50 / Nifirên bi Tîpa "D" yê, Asmîn Ûyanik
52 / Gûevendê Cindûn, Veysî Şimşek
54 / Kincên Kurdên Horasanê, Şoreş Reşî
58 / De Wayê (Wey Dil), Stranek Şakiro, Fadil Botan
62 / Şamî (Werd), Surya Hûman
64 / Çîrokên Navlêkan 6, Mem Mukriyanî
69 / Baweriyên Gel, Bahoz Baran
71 / Siûd, Denîz Maya
74 / Kulî û Çîvê, Mahpûs Serhedî

81 / Mintiqaya Şankuşî ra Tay Fiqrayî, M. Mamet Qetekonıj
83 / Lîstikên Zarokan ên Herêma Farqînê, Leyla Sancar
86 / Elik û Fatik, Wîldan Seuîm
88 / Zîzanê, Feratê Dengızî
90 / Sosê û Besê, Omer Tekîn
92 / Numûneyê Bawerîyanê Qedîman Zîyarî, Serhat Kılıç
94 / Hedlilîkê û Medlilîkê, Feqiyê Dînık
96 / Jehr ji Merê Kor, Tenduristîji Xwedayê Dilovîn, Hasan Akboga
98 / Uateyê Uerênan, Semra Bîrtane
100 / Melayê Gulê, Mehmet Emîn Hezer
102 / Mamik, Mewlûd Bawer
103 / Dekî, Leyla Gultekîn


JI EDÎTORIYÊ

Dostno

Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan bi heft cihan bişikê, derdê bêderman bikeve canê wan û dermanê wan goştê canê wan be! Bi kin û kurtasî, bi şertê ku hûn tê de nefetisin, kerem bikin bikevin nava behra zargotina me ya şîrîn û tê de bi kêfa dilê xwe avjeniyê bikin.

Heta hejmarek din bibînin di nav xêr û xweşiyê de.



Di Zargotına Kurdan de Gotınên Peşıyan û Biwej

Kurte
Di zargitina hemû gelan de rol û mîsyona "gotinên pêsiyan û biwêjan" ciyekî xwe yê pir girîng heye. Em ê di vê gotarê de, di destpêkê de hem balê bikişînin ser vê xalê; hem jî em ê bi kurtasî bi nêrîna zanista folklorê bala xwe bidin pêvajoya derketina holê ya gotinên pêşiyan û biwêjan û kemilandina wan. Herwiha em ê bigîştî li gor erdnîgariyê, belavbûn û bikaranîna gotinên pêşiyan û biwêjan û gotinên herî zêde bi van qaliban re tên tevlihevkirin, destnîşan bikin. Di beşa herî dawî de jî em ê gotinên pêşiyan û biwêjan ji alî naverok û têşê ve li ser çend xalên esasî binirxînin da ku cudabûn û hevpariya wan derkeve holê û bi hev re neyên tevlihevkirin. Ji bo ku nivîsa me pir dirêj nebe; me mînakên gotinên pêşiyan û biwêjan rave nekirine.

Peyvên Kilîl: Gotinên pêşiyan, biwêj, wate, dirûv, nauerok, gel, zargotin,herêm.

Destpêk
Li gor lêkolînên li ser zimên û mirovahiyê, yê ku heta roja me hatine kirin, ne wek îro be jî, ziman herdem amûrekê sereke yê tekilî û têgihîştinê bûye. Herdem daxwaz û xwestek, kefxweşî, şîn û şahî, hest û raman bi zimên hatine hûnandin û ji nivşekê gihîştine nivşekî din. Bi demê re peşketina hizr û raman bi xwe re ziman û bi giştî vegotin jî xurtir kiriye. Vê pêşketinê jî rê daye ku sînor û bergehê peyvê û gotinê berfirehtir bibe. Bi vî awayî ji derveyê wateya wan a rasteqîn, hin wateyê din jî lê hatine bar kirin. Ji van qalibên zimên re biwêj û gotinên pêşiyan tên gotin...


Gultan Kışanak

Folklora Kurdan, n°7

Șaredariya bajarê mezin a Amedê

Șaredariya bajarê mezin a Amedê
Kurdî-Der Navend
Folklora Kurdan
Kovara Folklorê ya Sê Mehane
Sal: 2, Hejmar: 7, Tirmeh - Gelawêj - Rezber, 2016
Li ser navê Şaredariya Mezin a Amedê xwedî:
Gultan Kışanak

Edîtor:
Jêhat Rojhilat
Zehra Gultekîn

Redaksiyon:
Mezher Aktaş

Desteya Weşanê:
Mahpûs Serhedî
Semra Bîrtane
Denîz Maya
Weysî Rêzan
Asmîn Ûyanık
Mem Mukriyanî
Serhat Kılıç

Wêne:
Wêneîstan
Difak
Orhan Kartal
Dûrzan Cîrano
Omîd Farrokh
Îskan Altın
Şinasi Özkılıç
Darîus Felat
Nesiho Asiraki
Yunus Bartın
Nofa Roza
Ozan Solhan
Bişar Bektaş
Nupetda Zilan Kaynak
Mazlum Ezin
Behçet Çiftçi
Zafer Han
Abdullah Kaplan
Vedat Aktürk
Huseyin Seçkin
Dundar Ugurlu
Tahsin Memiş
Mehmet Degirm-Encioglu

Xêz:
Yusuf Alkan
Serkan Kara
Murat Bingol
Ergin Kaya (Kawa)
Gutdar Tursun Özsoy

Navnîşan: Huzurevteri Mah.
Doktor Sıtkı Göral Cad. 13. Sok.
No: 4-1 Kayapınar-Diyarbakır
Tet: 0530 301 11 53

Têkilî:
fotktorakurdan@gmail.com
facebook: kovora folklora kurdan
tweter: kovarafolktorakurdan

Her nivîskar ji nivîsa xvye
berpirsiyar e.

Çap: Gün Matbaacilik
Beşyol Mah. Akasya Sok. No: 23
Kuçükçekmece / İstanbul
Tet: 0212 580 63 81



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues