VersionsMirî ranazin [Kurdî, İstanbul, 2000]
Ölüler Uyumaz [Türkçe, İstanbul, 1998]
Mirî Ranazin [Kurdî, Stenbol, 2013]
Mirî ranazin Di vê kitêbê de mirî ranazin; dîn, ji xwe re komara ava dikin û li ser jiyana we zindiyan planan çêdikin. Çîrok, bi xewn û tirs û xeyaleke fireh û tûj pêçayîne. Helîm Yûsiv, bi zimanekî şahîk û nerm, çîroka welatekî jibîrbûyî dibe qonaxeke nû, derbasî warê nûjeniyê dike.
Ji bo Apê Mûsa Anter Tê bîra te... ew dara ku te li hewşa xwe çandibû vaye... di ser dîwaran re şaxên wê gihîştine hewşa me jî li Amûdê.
Naverok
Mirî xweşik in Guhê jêkirî / 11 Ava şîn / 19 Bêhna qedexe / 27 Gula omeriyan Têlo / 33 Keldûman / 43
Mirî ranazin Li Şermola / 55 Reşikê şevê / 59 Dilê bêderî / 71 Komara dînan / 79 Çiroka dawî / 107 Mirî xweşik in
Guhê jêkirî
Kêlîka ku ket derî, devê diya wî bi gazekê ji hev vebû: –Lawo kanî guhê te Remo... Rebeno?! Bi dengê diya wi re destê wî dirêjî cênîka wî bû. Tiliyên wî li şûna guhê wî yê çepê vala çûn û hatin. Remo veciniqî. Çavên wî çûn nava serê wî, diya wî bi herdu piyên wî girt. Bi çavên mişt pirs li dewsa guhê windayî nerî. Serê wî zîvirand. Guhê rastê di cih de bû. Lê hinekî sor bûbû, gotinên diya wî mîna dilopên tirsê bi ser de hatin xwar: – Qey naêşe lawo, kê wilo kir ji te Remo? – Na, naêşe sibe ezê herim cem bijîşk. Lê (sibe) nehat û... nehat. Raket, rabû dît ku hîn şev e. Demjimêr digeriya. Bû heft. Bû deh. Şev neçû. Rojek din çû lê roniyê neda ser reşahiyê. Ji nişkê ve bû qerebalix. Xelk derketin nava gund û li çareyekê geriyan ku ji vê rewşê derkevin. Bû xire cira gundiyan: – Ka em çi bikin?! Hinek beziyan mizgeftê û dest bi nimêj û gaziyan kirin. Hineka rojî girtin şekir û berx kirin "sedqe." Sibehê disa ro nehat der. Teneke derxistin. Bi dar û bêran kirin teqereq. Wek berê dema ku heyv veşartî dima. Vê carê ne heyv ne stêr ne jî ronahî tiştek nedihat xuyakirin. Her xort in dişandin bajarên dûr ji bo ji reşahiyê rizgar bibin. Wan jî ev bersiv bi xwe re dianîn: – Ev karê Xwedê ye... ev ne karê me ye!.. Bi vî awayî gund bûbû kulmek tenî. Dizî pirr bû, kuştin zêde bû, kertfiroşên şensê (yanesîb) bûn bisedan. Boyaxçî, ettar, dendikfiroş, namûsfiroş, cûzekar, qumarçî, qaçaxçî, bazirganên bêbext, sikakên gund tijî gemar bûn... Helîm Yûsiv Mirî ranazin
Avesta avesta | Çîrok 9 | 1 Mirî ranazin / Helîm Yûsiv
Edîtor: Abdullah Keskin Dizayna bergê: Ahmet Naci Firat Tîprêzî û mîzanpaj: Avesta Çapa yekem: 1996 Çapa duwem: 2000 Çap: Berdan Matbaacılık
© Weşanên Avesta, 1996 Ji xeynî danasînê bêyî destûra weşanxanê bi tu awayî nayê kopîkirin
Avesta basın yayın reklam tanıtım müzik dağıtım ltd. şti. Meşrutiyet caddesi Özbek işhanı 136 / 4 Beyoğlu / İstanbul Tel. (0212) 251 71 39 Faks: (0212) 251 44 80
İstasyon caddesi, K İsmail Paşa 2. sokak Abdi Paşa Apt. giriş Katı Ofis / Diyarbakır Tel—Faks: (0412) 222 64 91
ISBN: 975-7112-04-6
PDF
Downloading this document is not permitted.
|