La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirî Ranazin


Auteur : Helîm Yûsiv
Éditeur : Peywend Date & Lieu : 2013, Stenbol
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN : 978-605-64331-2-2
Langue : KurdeFormat : 135 x 210 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Yûs. Mir. 5723Thème : Littérature

Mirî Ranazin
Versions

Mirî ranazin [Kurdî, İstanbul, 2000]

Ölüler Uyumaz [Türkçe, İstanbul, 1998]

Mirî Ranazin [Kurdî, Stenbol, 2013]


Mirî Ranazin

Helîm Yûsiv

Peywend

“Di pirtûka Mirî Ranazin de mirî xweşik in, siwarê ku dijî ajovan derkeve guhê wî jê dibe, ciwanek gava ku can dide, namire, dibe çiyayek û roj bi roj çiyayên vî welatî zêdetir dibin, sînor mirovan dixwin, dil bê derî ne, mejî di tehtîlê de ne, reşikên şevê xwe li şermola, goristana Amûdê digrin. Şermola berfireh dibe, dibe welatek û li vî welatî dîn komaran ava dikin... Pê re jî çîrok kirasên nûjeniyê li xwe dikin û berê xwe didin jiyanê.”

Helîm Yûsiv - Di sala 1967an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji sala 2000î ve li Elmanyayê dijî. Bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşiyane. Heta niha berhemên wî bi kurdî, erebî, tirkî û elmanî çap bûne. Ji nivisên wî bi navê “Komara Dînan”, “Bidarvekirina Pozekî" û “Sol û Serî” lîstikên şanoyê hatine çêkirin.

Berhemên wî yên çapkirî ev in: 1- Mêrê Avis -Çîrok-1991; 2- Jinên Qatên Bilind -Çîrok- 1995; 3- Mirî Ranazin -Çîrok- 1996; 4- Sobarto -Roman- 1999; 5- Memê Bê Zîn -Çîrok-2003; 6- Tirsa Bê Diran - Roman-2006; 7- Gava ku Masi Tî Dibin - Roman-2008; 8- Romana Kurdi –Lêkolîn -2011; 9- Auslander Beg-Çîrok-2011


Naverok

Mirî Xweşikin / 09
Guhê Jêkirî / 09
Ava Şîn / 15
Bêhna Qedexe / 21
Gula Omeriyan Têlo / 25
Keldûman / 32
Mırî Ranazin / 41
Li Şermola / 41
Reşikê Şevê / 43
Dilê Bêderî / 53
Komara Dînan / 59
Çîroka Dawî / 85

 


MIRÎ XWEŞIKIN

Guhê Jêkirî

Kêlîka ku ket derî, devê diya wî bi gazekê ji hev vebû:

- Lawo kanî guhê te Remo... Rebeno?!

Bi dengê diya wî re destê wî dirêjî cênîka wî bû. Tiliyên wi li şûna guhê wî yê çepê vala çûn û hatin. Remo veciniqî. Çavên wî çûn nava serê wî. Diya wî bi her du piyên wî girt. Bi çavên mişt pirs li dewsa guhê windayî nerî. Serê wî zîvirand. Guhê rastê di cih de bû lê hinekî sor bûbû.
Gotinên diya wî mîna dilopên tirsê bi ser de hatin xwar:

- Qey naêşe lawo, kê wilo kir ji te Remo?

- Na, naêşe sibe ez ê herim cem bijîşk.

Lê (sibe) nehat û... nehat.

Raket, rabû dît ku hîn şev e. Demjimêr digeriya. Bû heft. Bû deh. Şev neçû. Rojek din çû, lê roniyê neda ser reşahiyê. Ji nişkê ve bû qerebalix. Xelk derketin nava gund û li çareyekê geriyan ku ji vê rewşê derkevin. Bû xirecira gundiyan:

- Ka em çi bikin?!

.....


Helîm Yûsiv

Mirî Ranazin

Peywend

Weşanên Peywend
Weşanên Peywend: 7
Mirî Ranazin
Helîm Yûsiv

Edîtorê Kitêbê: Dawud Rêbiwar
Redaksiyon: Peywend
Berg: Aysel Kazıcı Özalp
Rûpelsazî: Peywend

Sertifika No: 28947
ISBN: 978-605-64331-2-2

Çapa Yekem: Avesta, 1996, Stenbol
Çapa Sêyem: Peywend, Payîz 2013, Stenbol
© Weşanên Peywend

Çap: Kayhan Matbaacihk
Davutpaşa Cad. Güven San. Sit. C Blok No: 244
Topkapi / istanbul

0212 576 00 66

Peywend
Kuloglu Mah. Sadri Alişik Sk. No: 16 / 50
Beyoglu İstanbul

Tel: 0532 176 93 64

PDF
Téléchargement de document non-autorisé.


Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues